Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê anîn Rihayê
Cenazeyê şervanên YPG'ê Mahmut Kûrtay (Zerdeş Arîn), Mahsûm Kûral (Rizgar Amed) û Mehmet Reşît Çinar (Dîzgor Egîd) ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê.

Cenazeyê şervanên YPG'ê Mahmut Kûrtay (Zerdeş Arîn) û Mahsûm Kûral (Rizgar Amed) yên 6'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê Mehmet Reşît Çinar (Dîzgor Egîd) ê 11'ê Hezîranê li gundê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê. Cenazeyê Kûrtay, Kûral û Çinar li Deriyê Sînorê Murşîtpinarê ji aliyê rêveberên MEYADER'ê û malbatên wan ve hatin wergirtin. Cenaze piştre anîn Nexweşxaneya Dewletê a Pirsûs û ji wir jî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna we li erdê namîne" şandin Rihayê. Dema cenaze gihaşt Taxa Elîgorê ji hêla hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Cenaze ji wir jî anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Piştî karê otopsiyê wê cenazeyê Kûrtay bişînin Îdîrê, cenazeyê Kûral bişînin navçeya Licê ya Amedê û cenazeyê Çinar jî bişînin navçeya Pirsûs a Rihayê.