Cenazeyên 3 şervanan hatin oxirkirin
Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û cenazeyê gerîlayekî HPG’ê yên ku li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn, li Qamişlo û Efrînê bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin.
Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û cenazeyê gerîlayekî HPG’ê yên ku li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn, li Qamişlo û Efrînê bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Besem Xelef ku di 27’ê Adarê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê gerîlaya HPG’ê Ruken Elî (Zevîn Botan) ku di 25’ê Adarê de li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo hatin definkirin.
Cenazeyên herdu şervanan ji aliyê sedan kesên ku endamên Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê û saziyên civakî jî di nav de bûn ve ji Mala Gel a Taxa Enteriyê hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan.
Piştî ku karwanên wesayîtan gihişt goristanê, merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saruxan ji bo avakirina Meclîsa nû hatiye wezîfedarkirin, Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Sîham Nurî, ji fermandarên YPG û YPJ’ê Evîndar Denîz, rêveberê Yekîtiya Oldaran Şêx Mehemed Xerzî axivîn.
Axaftvanan bi bîr xistin ku serkeftinên Rojava bi saya şehîdan pêk hatine û gotin ku gelê Kurd dijminahiya hev nake, dijmin çeteyên DAIŞ’ê ne. Di axaftinan de her wiha komployên li dijî gelê Kurd têne meşandin û êrîşên ewlekariya herêmê û biratiya gelan hedef digirin hatin şermezarkirin.
Di axaftinan de cangoriyên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîranîn û hate gotin ku destkeftiyên gelê Kurd bi saya Egîdan û Mazlûman e. Axaftvanan dawiyê jî soza şopandina rêya cangoriyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Piştî axaftinan cenazeyên têkoşeran bi tilîlî û dirûşmeyan spartin axê.
Ji bo herdu şervanan wê li taxa Xerbî ya Qamişlo konê sersaxiyê bê vedan.
LI EFRÎNÊ JÎ CANGORIYEK HATE OXIRKIRIN
Li Kantona Efrînê jî cenazeyê Mazlûm Neesan (Mazlum Efrîn) ku di 25’ê Adara 2016’an de li gundê Erşediyê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna hate definkirin.
Cenazeyê Mazlûm Efrîn ji Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşmeyan hate wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin goristanê. Di wergirtina cenaze de Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd û Mehemed Seîd Yûsûf, Seroka Desteya Jinan Fatma Likto, Endama Koordînasyona Lijneya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Cîhan Mehemed jî amade bûn.
Li goristanê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre jî Serokê Desteya Parastinê Ebd Brahîm, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehemed Setim û apê pakrewan Mazlum ê bi navê Ehmed Neesan axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Piştî axaftinan, cenazeyê şervan Mazlûm di nava tîlîliyan de hate definkirin.