Cenazeyê zarokê li Wanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê zarokê bi navê Mûstafa Dûrman, ku ji ber guleyên polîsên Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê zarokê bi navê Mûstafa Dûrman, ku ji ber guleyên polîsên Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Mûstafa Dûman ê 17 salî, ku li taxa Xaçort a navçeya Îpekyolû ya Wanê roja 30'ê Tebaxê ji ber gulereşandin ji maşîna zirxî ji serê xwe birîndar bû, li beşa lezgîn a nexweşxaneyek taybet jiyana xwe ji dest da.
Piştî otopsiyê, girseya gel cenazeyê Dûman ji nexweşxaneyê rakir. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenaze li Goristana Dogû ya li Kolana Surmelî hat veşartin.
Di merasîma cenaze de Parlamenterên HDP'ê Bedîa Ozgokçe û Adem Geverî, hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan, Cîgira Hevşaredarên Artemêtanê Nûrhaya Çelîk û nûnerên MEYA-DER'ê jî amade bûn.