Cenazeyê şervanê YPG’ê Kumral bi girseyî hat veşartin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahsum Kumral (Rizgar Amed) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Licê bi tevlîbûna hezaran kesan li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahsum Kumral (Rizgar Amed) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Licê bi tevlîbûna hezaran kesan li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahsum Kumral (Rizgar Amed) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji li navçeya Licê ya Amedê hate definkirin. Cenazeyê Kumral piştî karên otopsiyê yên li Rihayê anîn Amedê û piştî wecîbeyên olî ber bi Licê ve derxistin rê. Cenazeyê Kumral di ketina Licê de ji aliyê welatiyan ve bi dirûşma, "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê Kumral ber bi Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar ve birin û li şehîdgehê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz, Mazlum Dogan û Kumral hatin vekirin. Piştî sirûda "Çerxa Şoreş" Hevserokê MEYA-DER'ê Mehmet Yaşar axivî û wiha got: "Ji Mexmûr heya Rojava xwîna şehîdên me heye."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku ew ji serdemek dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Rojhilata Navîn jî nû ve saz dibe. Rojava jî bi felsefeya Rêber Apo ber bi serketinê ve diçe û hemû projeyên qirêj vala derdixe. Îro hemû destketiyên me bi saya şehîdan e. Em ê têkoşîna wan hîn mezintir bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Kumral bi dirûşmên "Ey şehid çeka li te erdê namine" û "Têkoşîn, berxwedan rêya me rêya şehîdan e" hate definkirin.

Piştî karên definkirinê welatî derbasî Mala Şînê ya li Taxa Karahasan a Licê bûn.