Cenazeyê Şervanê YPG'ê Avşar li Farqînê hat veşartin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Resûl Avşar (Nûman Amed) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Kurêşa yê Farqînê hate veşartin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Resûl Avşar (Nûman Amed) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Kurêşa yê Farqînê hate veşartin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Resûl Avşar (Nûman Amed) ê ku di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de di 6'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da li gundê Kurêşa yê navçeya Farqînê yê Amedê hate veşartin. Cenazeyên şervanên YPG'ê Avşar û Yeşîlirmak li ser rêya Qurtê ya Farqînê ji aliyê rêveberên DBP, HDP'ê yên Amed, Hezro, Farqîn, Peyas, Bismîl û Yenîşehîr, hevşardar, MEYA-DAR, rêveberên saziyên sivîl û hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. 

Cenazeyê Yeşîlirmak ber bi Bedlîsê ve hate oxirkirin û cenazeyê Şervanê YPG'ê Avşar jî bi konvoyekî qelebalix ber bi gundê Kurêşa ve birin.

Di konvoya cenaze de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Avşar, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. 

Di ketina gund de konvoya cenaze bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Di ketina gund de cenazeyê Avşar ji aliyê girseyê ve hate hilgirtin û bi dirûşmeyên "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" ber bi mala lê hatî dinê ve birin. Piştî wecîbeyên olî yên li ber malê cenazeyê Avşar birin goristana gund.

Cenazeyê Avşar li goristanê bi dirûşmeyên "Ciwan cangoriyên Apo ne", "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Bê serok jiyan nabe" hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat. Piştre bavê Şervanê YPG'ê Avşar Sadullah Avşar axivî û wiha got: "Hûn hemû bi xêr hatin. Ev şehîd ê min nîn e yê we hemûyan e."

Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiya. Ji bo Avşar wê 3 rojan li gund sersaxî bên qebûlkirin.