Cenazeyê şervana YPJ’ê Mûrad şandin Qamişlo

Cenazeyê şervana YPJ’ê Medya Osman Mûrad (Hebûn Hesen) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji bo defnkirinê şandin Qamişlo

Cenazeyê şervana YPJ’ê Medya Osman Mûrad (Hebûn Hesen) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji bo defnkirinê şandin Qamişlo. Cenazeyê Mûrad di Deriyê Sînor ê Şenyurt (Dilbêsiyê) yê Qoserê re derbasî Rojava hat kirin.

Şervana YPJ’ê Medya Osman Mûrad (Hebûn Hesen) a 30’ê Çile di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, piştî ji morga Nexweşxaneya Îpekyolu ya Qoserê hat wergirtin, anîn Deriyê Sînor ê Şenyurt (Dilbêsiyê). Dema cenaze derbasî Rojava kirin, Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim, hevserokên rêxistina bajêr a HDP û DBP’ê, rêveberên navçeyê, Hevşaredarên Qoserê  MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DBP’ê û girseyeke qelebalix amade bûn.

Alên PKK û YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hatin vekirin, piştî karûbarên fermî cenazeyê Mûrad bi dirûşman, ji bo bişînin Qamişlo di sînor re hat derbaskirin.