Cenazeyê şervana YPJ'ê Korkmaz li Geverê hat veşartin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Tansû Korkmaz (Dêrsim Roniya Gever) bi merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî, hat veşartin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Tansû Korkmaz (Dêrsim Roniya Gever) bi merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî, hat veşartin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Tansû Korkmaz (Dêrsim Roniya Gever) bi merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî, hat veşartin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Tansû Korkmaz (Dêrsim Roniya Gever) a ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li navçeya Şirnex Silopiyê anîn navçeya Colemêrg Geverê. Cenazeyê Korkmaz li ser Pira Şakîtan hate pêşwazîkirin û piştre bi konvoyeke qelebalix birin navçeyê. Polîsan bi maşînên zirxî pêşî li konvoya li ser Pira Abdulla Canan birîn. Li ser vê yêkê konvoya cenaze ji Qada Azadiyê ket nava navçeyê. Cenazeyê Korkmaz bi girseyî birin Mizgefta Taxa Qişlayê û piştî wecîbeyên olî yên li vir, girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan û bir Şehîdgeha Bajêrge. Parlementerên HDP'ê yên Colemêrgê Abdûllah Zeydan û Nîhat Akdogan, hevşaredar û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Hevrê Dêrsim nemir e" hatin berzkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Korkmaz, alên YPJ û KCK'ê hatin hilgirtin.
Li pêşiya goristanê, jinan darbesta Korkmaz hilgirtin ser milan û birin ser gorê. Piştî definkirina cenaze sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û deqeyek rêz hat girtin.
Piştre Nûnerê MEYA-DER'ê yê Geverê Cengîz Ortaç axivî û got: "Me di vî şerê pîroz de gelek şehîd dan. Hevalên me yên şehîd ketin ji bo gelê Kurd şehîd ketin. Şahadeta wan pêşeroja me ye."
Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan jî diyar ku Korkmaz ji bo gelê Kurd canê xwe feda kiriye û got: "Em ê jî di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin."
Bavê Şervana YPJ'ê Korkmaz Hasan Korkmaz jî sersaxî ji tevahiya gelê Kurd xwest û got, "Şehîd ê me hemûyan e. Serê Rêberê Apo sax be. Xweziya ku keçekî din a min heba çeka wê hilgirtiba."