Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kûrtûm hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berham Kûrtûm ê li herêma Garisa di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berham Kûrtûm ê li herêma Garisa di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berhem Kûrtûm (Arif) ê 4'ê Îlonê li herêma Garisa di şer de jiyana xwe ji dest da, duh êvarî ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat wergirtin. Cenaze ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin û malbatê tevî rêveberên MEYA-DER'ê cenaze anîn gundê wî Zivzikê yê girêdayî navçeya Şêrwanê.
Wecîbeyên olî li mizgefta gund bi cih hatin anîn. Piştre cenaze hat veşartin. Girseya gel ku rêveberên HDP û DBP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de hebûn, piştre çûn konê sersaxiyê yê ji bo Kûrtûm hatiye vedan.