Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaplan şandin Nisêbînê

Cenazeyê gerîlayê HDP'ê Îlyas Kaplan (Piling Azad) di şerê li çoltera Çelê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû ji hêla malbata wî ve hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi Nisêbînê ve derketin rê.

Cenazeyê gerîlayê HDP'ê Îlyas Kaplan (Piling Azad) di şerê li çoltera Çelê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû ji hêla malbata wî ve hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi Nisêbînê ve derketin rê.

Gerîlayê HPG'ê Îlyas Kaplan (Piling Azad) di şerê li çoltera Çelê ya 2010'an de qewimîbû de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaplan li Goristana Kalealti ya Çelê hatibû definkirin. Dayika wî Zekiye Kaplan û bavê wî Abdulcelîl Kaplan ji be cenazeyê kurê xwe wergirin serî li Dozgeriya Komarê ya Çelê dan. Piştî biryara dozgeriyê Hevşaredarê Çelê Servet Tunç, Nûnerê ÎHD'ê yê Çelê Naîf Kara û rêveberên MEYA-DER'ê cenazeyê Kaplan ji gorê derxistin û radestî malbatê kirin.

Bavê wî Abdulcelîl Kaplan li ser gora kurê xwe axivî û got ku ji ber gelê Çelê xwedî li cenazeyê kurê wî derketine spasiyê xwe pêşkêş kir û ev tişt anî ziman: "Îlyas di sala 2008'an de li Stenbolê tevlî rêxistinê bû û di 9'ê Tîrmeha 2010'an de di şerê li Çelê qewimî de jiyana xwe ji dest da. Me şehadeta Îlyas ji televîzyonê bihîst. Piştî PKK'ê şehadeta kurê me aşkera kir me li Nisêbînê konê sersaxiyê veda. Kekê wî ji bo cenazeyê Îlyas wergire gelekî xebitî lê encamek erênî bi dest nexist. Dawiyê me daxwazname da û gotin piştî testa cenazeyê wê cenaze radestî me bikin. Me di 4'ê Hezîranê de careke din serlêdan kir û agahiya ku em dikarin cenazeyê xwe wergirin ji me re hat."

Piştî malbata Kaplan cenazeyê kurê xwe wergirt ji bo definkirinê ber bi Nisêbîna Mêrdînê ve bi rê ketin.