Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kaplan hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Seyîthan Kaplan (Çekdar Botan) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Seyîthan Kaplan (Çekdar Botan) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Seyîthan Kaplan (Çekdar Botan) ê di şerê li navçeya Amed Farqînê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Suphan a navçeya Wan Artemêtanê hat veşartin. Cenazeyê Kaplan ji aliyê girseyeke qelebalix ve ku rêveberên MEYA-DEr, HDP û DBP'ê jî di nav de hebûn, ji Morga Goristana Akkopru hat wergirtin û ji bo bibin cihê lê defn bikin xistin ambûlansê. Darbesta cenaze li pêşiya taxê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel li vê derê darbest hildan ser milan û bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd namirin" ber bi goristanê ve meşiya. Bi dehan maşînên zirxî yên rejîma Tirk dor li taxê girtin û hewldan provokasyonê derxînin. Tevî vê yekê jî girseya gel meşa xwe temam kir.
Piştî veşartina cenaze, deqeyek rêz hat girtin û Hevserokê MEYA-DER Şaxê Wanê Îdrîs Şaybak axivî. Şaybak got, "Êşa me mezin e, bes em bi serbilind in."
Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan jî da xuyakirin, ku gelê di rojên zor û zehmet de ye û destnîşan kir, ev rojên zehmet bi ruhê yekîtî û mezinkirina têkoşînê dikarin ji holê werin rakirin. Botan diyar kir, gelekî rêxistinbûyî bi qetilkirin û girtinê nikare bê bêdengkirin û got, "Roj wê bê hem li vê cîhanê hem jî li ya din, wê hesabê kiryarên xwe bidin."
Bav Seracettîn Kaplan jî destnîşan kir, ku kurê wî di oxira azadî û rûmetê de jiyana xwe ji dest daye û got, "Kurê min şehîdê tevahiya Kurdistanê ye."
Piştî merasîmê girseya gel berê xwe da gundê Darisina Jor a Şaxê û sersaxî ji malbatê re xwest.