Cenazeyê gerîlayê HPG'ê hat teşxîskirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ehed Hesenlû (Xoşmêr Kotol) ê li Hatayê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.

Li bejahiya gundê Bektaşli yê navçeya Hata Kirikhanê, roja 25'ê Adarê di şer de gerîlayên HPG'ê Ozgur Tektaş (Denîz Alîşer) û Ehed Hesenlû (Xoşmêr Kotol) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Hesenlû ê li morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Mûstafa Kemal dihat ragirtin, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.

Malbata Hesenlû yê HPG'yî li morga nexweşxaneyê cenazeyê kurê xwe teşxîs kir û cenazeyê xwe wergirt. Ji bo veşartinê, malbat cenaze dibe Wanê.