Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gurbuz hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nevzat Gunduz ê li Licê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Farqînê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nevzat Gunduz ê li Licê di şerê 24'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, duh ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Lekolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate wergirtin. 

Cenaze ji bo bê veşartin anîn gundê Mîr Elî yê Ferqînê. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenaze hate veşartin.

Di merasîmê de reveberên MEYADER’ê û gelek kes amade bûn. Dema ku cenaze hate veşartin dirûşma 'Şehîd namirin' hat berzkirin. 

Sersaxî wê li malê bên qebûlkirin.