Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gunduz hate girtin

Cenazeyê gerîlayê HGP’ê Nevzat Gunduz ê ku di operasyona lerşkerî ya di qedexeya derketina derve ya li Licê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hate girtin.

Li gel qedexeya kolanan a ku 24’ê Mijdarê li 9 gundên navçeya Licê ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû îlankirin, operasyoan leşkerî û bomberdûman balafiran destpê kiribû. Di vê êrîşan de gerîlayê HGP’ê Nevzat Gunduz jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Gunduz ê li nexweşxaneyê ji aliyê malbatê ve hate girtin.

Ji bo otopsiya cenazeyê Gunduz ê HPG’yî yê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê bê kirin, malbatê serî li nexweşxaneyê dan û li ser vê yekê cenazeyê zarokê xwe girtin.

Ji bo definkirin cenazeyê Gunduz ber bi navçeya Şêrwanê ve bi rê kirin.