Cenazeyê gerîlayê HPG'ê bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ehed Hesenlû (Xoşmer Kotol) li Wanê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ehed Hesenlû (Xoşmer Kotol) ê li bejahiya gundê Bektali yê navçeya Hatay Kirikhanê roja 25'ê Adarê di şer de jiyana xwe ji dest da, li taxa Yenî ya Wanê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê ku pêr anîn morga Gorilstana Akkopru, piştî ku malbat ji bajarokê Koytol ê Rojhilatê Kurdistanê hat, tevî rêveberên MEYA-DER, rêveberên HDP û DBP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan danê sibehê bi konvoyeke ji wesayîtan birin Şehîdgeha taxa Yenî. Konvoy ji aliyê bi sedan kesî ve li ber Komeleya Welatiyên Azad a taxa Yenî hat pêşwazîkirin. Girseya gel darbesta bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Rêya şehîd rêya me ye, PKK partiya me ye" û "Şehîd Namirin" dest b meşê kirin. Li goristana ku ji aliyê bi dehan maşînên zirxî ve hat dorpêçkirin, cenaze li ber duayan hat veşartin.

Hevserokê MEYA-DER'ê Îdrîs Şaybak li vir axivî û got, "Heval Xoşmêr şehîd tevahiya Kurdistanê ye. Hemû parçeyên Kurdistanê weke hev dît û têkoşiya."

Apê Hesenlû Elî Hesenlû jî got, "Şehîdê me li vir şehîd ket. Ciwanên me li herêmên cuda ji bo axa xwe şehîd dikevin. Em îro dibînin êdî Kurd bûne yek. Bi tenê daxwazek me heye; ew jî xurtbûna yekîtiya Kurdan e. Eger em yekîtiya xwe xurt nekin, em ê timî esîr bimînin." Ap Hesenlû diyar kir, ew ê têkoşîna Hesenlû heta dawiyê bidomînin û ew serbilind in.

Piştî merasîmê girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan berê xwe da Mala Sersaxiyê ya li taxa Şafakê û ji malbatê re sersaxî xwest.