Cenazeyê gêrîla M. Nazil Demîr (Zerdeşt Pîrhat) yê ku di pevçûna li navçeya Lîceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hate naskirin. Cenazeyê gêrîla Zerdeşt dê li Amedê bê definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê M. Nazil Demîr (Zerdeşt Pîrhat) yê ku di 2'ê Mijdarê de li di êrîşa Qereqola Duru de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate naskirin. Piştî karên fermî Cenazeyên gêrîla Zerdeşt ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve di demjimêr 12.00'an de hate wergirtin û ber bi Amedê ve derxistin rê. Hate hînbûn ku, cenazeyê gêrîla Zerdeşt dê li semta Şehîtlikê bêdefinkirin.