Cenazeyê gêrîla Îran Yalçin (Şevîn Başkale) ya k li herêmê Akdag ya navçeya Dara Henê ya Çewlîkê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi girseyî hate oxurkirin.
Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Îran Yalçin (Şevîn Başkale) ya ku di 23'ê kanûnê de li herêma Akdag ya navçeya Dara Henê ya Çewlîkê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, duh ji aliyê malbatê ve ji Meletiyê hate wergirtin û anîn Wanê. Piştî cenazeyê gêrîla Yalçin li duryana Westanê hate pêşwazîkirin, birin Mizgefta Baglarbaşi ya taxa Yenî ya Wanê.
Piştî wecîbeyên olî cenaze, ber bi goristana taxa Yenî ve derxistin rê. Cenazeyê gêrîla Yalçin li mizgeftê ji aliyê jinan ve hate wergirtin û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de alên Konfederalîzmê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 7 gêrîlayên HPG'ê hatin vekirin.
Di meşê de sloganên "şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey Şehîd xwina te li erdê namine" qîriyan. Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Endama MYK'ê ya BDP'ê Necla Yildirim, Dayîkên Aştiyê, TUYAD-DER, MEYA-DER, GOÇ-DER û bi hezaran welatî tevlî merasîmê bûn.
‘POLÎSAN DI RÊ DE GEF XWARIN'
Cenazeyê gêrîla Yalçin li goristanê ji aliyê jinan ve hate definkirin. Birayê gêrîla Yalçin Mîkaîl Yalçin piştî karên definkirinê axivî û diyar kir ku, polîsên Midûriyeta Polîsan a Wanê di rê de her tim li wî geriyan gef li wî xwarin. Yalçin anî ziman ku, her tim polîsên di telefonê de ji wî re digotin, "Merasîma cenaze bila qelebalix nebe û bêdeng defin bikin" Yalçin da zanîn ku, teqeze ew serî li hemberî zextan natewînin.
UÇER: ROJ ROJA TÊKOŞÎNÊ YE
Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar jî axivî û wiha got: "Em bi milyonan Kurd dê di rêya wan de bimeşîn. Têkoşîna gel dê vê xwînê bide rewastandin. Divê hemû kesên dixwazin xwîn bê rawestandin derbikevin qadan û têkoşînê bidin meşandin. Divê gel li her derê Kurdistanê xwedî li şehîdên xwe derbikeve û têkoşîna xwe bilind bike. Divê xwedî li berxwedana Birêz Ocalan û girtîgehan bê derketin. Heke em li hemberî van bêdeng bimînin ev tarîtî dê bidome. Lê berxwedana me dê vê xwînê bide rawestandin. Hêviya me ewe ku ev şehîdê dawî be.
Ez bang li gelê Wanê dikim ku xwedî li nirxê xwe derbikevin. Roja roja rûniştinê nîne roja têkoşînê ye. Roj roja xwedî li nirxên xwe xwedî derketinê ye." Uçer ser saxî li malbatê da û xwest ku têkoşîna wê bilind bikin.
Piştî re girse bi meşê çû taxa Esenler ya bajaroka Sixkê û konê şînê ziyaret kir.