Cenazeyê gêrîla Serxwebûn li bejahiyê hate dîtin

Cenazeyê gêrîla Serxwebûn li bejahiyê hate dîtin

Cenazeyê gêrila Erdal Çaçan (Serxwebûn Amed) ku 1'ê Cotmehê li Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dabû ji bejahiyê hate wergirtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Erdal Çaçan (Serxwebûn Amed) ku 1'ê Cotmehê li gundên Mistak, Sez û Mizorî yên navçeya Norşîna Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da û li bejahiyê hatibû hiştin, hate wergirtin. Heyeta BDP'ê ku cenaze li herêma Gundê Sewkê dît, wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Koma ku Parlementerê BDP'ê Husamettin Zenderlîoglu, Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok, Şaredarê Norşînê Mehmet Emin Ozkan, Hevserokê BDP'a Bedlîse Şahin Çoban jî di nav de cenaze wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Hate zanîn ku dê cenazeyê gêrîla Serxwebûn piştî otopsiyê bişînin Amedê û li Amedê bê definkirin.