Cenazeyê gêrîla Rojhat ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazî kirin

Cenazeyê gêrîla Rojhat ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazî kirin

Cenazeyê gêrîla Rojhat ji aliyê sedan kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate pêşwazikirin.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Suat Akin (Rojhat Mîros) ku di 23'e Cotmehê de li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe gêrîla Rojhat ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiye wergirtin û anîn Amedê. Karwana cenazeyê Akin li Tesisa Petrolê ya Bardakçilarê ji aliyê sedan welatî ve bi slogana "Şehîd Namirin" hate pêşwazîkirin.

Malbatê cenaze bi karwana mezin anîn Mizgefta Selimiyê. Girseya tevlî merasimê bû alên PKK'ê bilind kirin û sloganên "Şehid namirin" qêriyan. Girseyê di pêşwazikirinê de sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û bê navber "Sloganên PKK gele, gel li vire", "Ey şehîd çeka te li erdê namîne", "Tolhildan" û "Qatil Erdogan" qêriyan. Hate dîtin ku, bedena gêrîla Rojhat perçe bibû û şopa îşkenceyê lê hate dîtin. Girseyê dema wecîbeyên olî pêkanî dê piştî nimêja Înê li Goristana Gilbereşkê bi girseyî defin bikin.