Cenazeyê gerîla Rizgar hate wergirtin

Cenazeyê gerîla Rizgar hate wergirtin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cîhan Tekîn (Rizgar Colemêrgê) ê ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Malbata gerîla Hamdî Demîr (Dîgeş Marufî) ê ku di 13'yê cotmehê de li gundê Bêguzan ê Şemzînan jiyana xwe ji dest da jî ji bo werbigire çû Meletiyê.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 1-2'ê cotmehê de gerîla Cîhan Tekçe (Rizgar Colemêrg) di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Tekçe ji bo cenaze werbigire serî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê da. Piştî serlêdanê malbatê cenaze wergirt û ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.

Di 13'ê cotmehê de jî di pevçûna li gundê Bêguzan a Şemzînan de gerîla Hamdî Demîr (Dilgeş Marufî) jiyana xwe ji dest da bû. Malbata Demîr ji bo cenaze werbigire ber bi Meletiyê ve rê xistin.