Cenazeyê gêrîla Metîn bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Metîn bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Rahmant Mahmûd Pûr ku li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li gundê Çeqûva yê Qeladizê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Rahmant Mahmud Pur (Metin Alan) ku di 2'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li Qeladizê bi girseyî hate definkirin. Malbatê piştî ku cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin di deriyê Xabûrê yê Silopiyê re derbazî Başûrê Kurdistanê kirin.

Malbatê piştî cenaze ji sînor derbaz kirin, birin gundê Çeqûna yê Qeladizê ya Silêmaniyê û bi girseyî definkirin. Malbatê destpêkê cenazeyê gêrîla Metîn anîn Dihokê û pişt re birin navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê. Cenazeyê gêrîla Metîn ku eslê wî ji gundê Cînara yê Bajarê Serdeştê ye, bi karwanê sedan maşîne ve xwestin bibin Îranê. Lê ji ber ku destûr nehat dayîn, birin gundê Çequva yê Qeladizê.

Bi hezaran kesan darbesta cenaze danîn ser milê xwe û bi girseyî cenaze definkirin. Dayîka gêrîla Metîn Mere Hamza Ali diyar kir ku, ji ber kurê wê di dêkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye ser bilindin.

Bavê gêrîla Metîn Omer Mahmud Pur jî diyar kir ku, heta cenaze ji Meletiyê anîn Silopiyê polîsan li her derê pirsgirêk ji wan re derxist.