Cenazeyê gêrîla Mazlûm bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Mazlûm bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Siyamet Selamet ku di pevçûna 3’ê Gulana 2012’an li bejahiya Şirnexê rû dayî de jiyana xwe ji dest da bû, li navçeya Ranya bi girseyî hate defin kirin.

Gêrîlayê HPG’ê Siyamet Selamet (Mazlûm Urmiye) ku di pevçûna 3’ê Gulana 2012’an li bejahiya Gundikê Melê yê ser bi Şirnexê ve jiyana xwe ji dest dabû, li goristana bêkesan ya Meletiyê hatibû veşartin. Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Siyamet Selamet (Mazlûm Urmiye) û Savaş Okûyûcû (Bahoz Xanî) ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn hatin wergirtin. Cenazeyê gêrîla Mazlûm piştî serlêdana bavê gêrîla Mihyedîn Selamet ji goristana bêkesan hate wergirtin û duh anîn Başûrê Kurdistanê.

Cenazeyê gêrîla Mazlûm li ser rêya Gundê Sîsava yê girêdayî Herîrê ji aliyê sedan kesî ve bislogana hate pêşwazî kirin û karwana cenaze ber bi navçeya Ranya ya Silêmaniyê kete rê. Karwana bi dehan wesayîtan ku li pêşiya wesayîtan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ hatin daliqandin, ji aliyê leşkerên Başûrê Kurdistanê ve jî bi silava leşkerî hatin pêşwazî kirin. Bi gihiştina navçeyê re cenazeyê gêrîla Mazlûm birin goristana şehîdan. Di dema veşartina cenaze de dayîka gêrîla Mazlûm laçika di serê xwe de danî û rûyê kurê xwe da û rakir da ber singa xwe, vê jî rê li ber kêliyên hestiya vekir.

‘JI BO RAWESTENDINA VÊ XWÎNÊ YEKBÛNA KURDAN PÊWÎSTE’

Piştî gêrîla Mazlûm sipartin axê li ser navê malbatê Necîp Hatemî axaftinek kir û xêrhatina hemû kesan kir û wiha got: ‘Mazlûm şehîdê me hemûyane ew ne şehîdê me yê yekemî lê ez hêvî dikim wê bibe yê dawiyê. Mazlûm li Urmiyê hat dinê me dixwest ku em bibin li wir bispêrin axê lê nabe. Em Mazlûmê xwe teslîmî gelê Ranyayê dikin.”

‘Ji bo rawestandina vê xwînê yekbûna Kurdan pêwist dike’

Li ser navê PJAK’ê Evîn Zîlan li ser navê Komîta Şehîdan ya PÇDK’ê Beyam Fereçtî, li ser navê Hemwelatiya Azad Silêman Wertî, li ser navê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem jî Nizar Buldan axaftinek kir. Di van hemû axaftinan de li ser wateya şehîd hat rawestandin û hate gotin ku; ev ciwan ji bo çi laşê xwe dikin mertal, ji bo çi jiyana xwe ji dest didin divê baş bê zanîn. Dîsa banga yekbûna Netewa Kurd hat kirin. Herî dawî balkişandin ku ji demek ji deman zûtir ji bo herîkîna vê xwîna bê rawestandin yekbûna Netewa gelê Kurd pêwist dike.

Herî dawî jî Mihemed Şêx Bestê Helbestek li ser gêrîla Mazlûm xwend û kêliyên hestiyar da ava kirin. Merasîm bi durişmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî serok Apo" bi dawî bû.