Cenazeyê gêrîla Kendal bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Kendal bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Remzî Can (Kendal Xelat) ji aliyê sedan kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate definkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Remzî Can (Kendal Xelat) ku li navçeya Bazarcixê ya Gurgumê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Cîzrokê ye Xelata Bedlîsê ji aliyê sedan kesan ve bi sloganên "Şehîd Namirin" û "Biji Serok Apo hate definkirin. Malbata gêrîla Kendal duh cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Tetwanê ya Bedlîsê. Cenaze ji aliyê endam û rêveberên BDP'ê û MEYA-DER'ê û gelek kesên din ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê gêrîla Kendal bi karwaneke mezin birin gundê Cîzrokê ya Xelatê. Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bahoz tolhildan" qêriyan. Piştî wecîbeyên olî darbesta gêrîla Kendal bi rengên kesk, sor û zer pêçan û birin goristana gund. Girsê di meşa goristanê de bê navber sloganên "Bahoz tolhildan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bilind kirin.

Piştî merasima definkirinê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bedlîsê Şahin Çoban diyar kir ku, gelê Kurd dê tu carî zarokên xwe yên ji bo azadî û mafê gelê Kurd jiyana xwe ji dest dide ji bîr neke. Çoban bal kişan ser çalakiya girtiyên PKK û PJAK'ê ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest her kes li çalakiyê xwedî derkevin.

Birayê gêrîla Kendal Saadettin Can xwest ku, birayê wî kesê dawî yê ji yana xwe ji dest dayî be û êdî kes neyê kuştin. Girseyê piştî definkirinê bi meş çûn konê sersaxiyê ziyaret kir.