Cenazeyê gêrîla Harûn li Ranyayê bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Harûn li Ranyayê bigirseyî hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Welsîh Parîsa (Harûn Agirî)’yê kû di 13'ê Tebaxê de li navçeya Qelqeliya Wanê jiyana xwe ji dest dabû, duh ji aliyê welatiyan ve bi slogana “Şehîd namirin” bi awayekê girseyî hate definkirin.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Welsîh Parisa (Harûn Agirî) ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû û di 13’ê Tebaxê de li navçeya Qelqeliya Wanê di encama pevçûnekê de jiyana xwe dest dabû, ji bo cenazeyê zarokê xwe yê li goristana bêkasan ya Meletiyê hatibû definkirin, wergire çûbû Meletiyê.

Malbata gêrîla Parisa hefteya derbazbûyî ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû serî li dozgeriya Meletiyê dabûn, malbat hefteyeke li Amedê li benda bersiva dozger radiwestiya. Malbatê roja Çarşemê cenazê kurê xwe ji goristana bêkesan ya Meletiyê wergirtin û berbi Başûrê Kurdistanê ve birêketin. Ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê destûr neda ku cenazê gêrîla Harûn bibin bajarê lê ji dayîk bûye, ji bo vê yekê jî malbata gêrîla Harûn cenazeyê kurê xwe xwestin bînin nêzî xwe navçeya Ranyayê ya li ser sînorê Îranê.

Piştî welatiyan cenazê gêrîla Harûn li dergehê Îbrahîm Xelîl wergirt berbi bajarê Dihokê ve bi rê ketin. Hemû bajar û navçeyên kû cenaze tê re derbaz dibû li rasta eleqeyek mezin ya gel hat û gel bi germî cenazeyê gêrîla Harûn pêşwazî kir. Dema kû cenaze gihişt navçeya Herîr û Çarqurne ji aliyê girseyek mezin ya gel ve bi sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kujer Erdogan’ hat pêşwazî kirin û ji wê derê berbi navçeya Ranya ve birêketin.

Dema kû cenaze gihişt navçeya Ranya piştî wecîbeyên olî, cenazeyê gêrîla Harûn li Goristana gêrîlayên PKK’ê ya li Ranya li gel dehan rêhevalên xwe hate definkirin. Piştî cenazeyê gêrîla Harûn spartin axê, dayîka wî ji bo girseya gel axivî û wiha got; “Şehîd Harûn ne tenê şehîdê parçeyek ya Kurdistanê ye, şehîdê her çar parçên Kurdistanê ye. Em gelek keyfxweşin ku kurê me di riyek wiha pîroz de canê xwe feda kiriye û ji bo wê jî em bi kurê xwe gelek serbilindîn.”

Her wisa nûnera Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK)’ê Şemal Beşîrî di merasîmê de axaftinek kir. Beşîrî di axaftina xwe de wiha got; “Şehîd Harûn bi ruhekê germ û fedayî tevlî tekoşîna rizgariya gelê Kurd ya li herçar parçeyên Kurdistanê bû. Belê raste wî îro rolek da me kû em wî bispêrîn axê. Bes wî rolekî di jî da me ku em cihê wî her wekî wî bi dehan gêrîlayên jiyana xwe di vê riya birûmet de dane cihê wan dagirîn.”

Di dawiyê de endamê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev Silêman Wertî di dawiya merasîmê de helbestek xwend û merasîm bi sloganên ‘Bijî Serok APO, Şehîd Namirin, Bijî Yeketîya Netewî ya Gelê Kurd’ bidawî bû.