Cenazeyê gêrîla Fîdanten ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Fîdanten ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) yê ku di 22'ê Mijdarê de li gundê Fîsê ya navçeya Lîcê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê lê ji dayîk bûye ji aliyê hezaran kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin. Dayîk û xwişkên gêrîla Fîdanten sîniya xenay derxistin find pêxistin û li gel stran û sirûda lorandin û gotin "Îro daweta zavayê Kurdîistanê yê. Zavayê me bi ser çavan re hatiye."

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) yê ku di 22'ê Mijdarê de ku li gundê Fîsê ya navçeya Lîcê jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku îro malbatê cenazeyê zarokê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt, li gel cenazeyê gêrîla Rohat Sîrek (Qehreman Rodî) di 22'ê Mijdarê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest da bi hev re anîn Amedê. Cenaze piştî hate Amedê bi karwanê ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Mezreya Çekeman ya gundê Bindan ku li ser navenda Amedê ye ve birê kirin.

Dema serê karwanê wesayîta gihîşt gund hêj dawiya karwan li ser riya Amed û Çewlikê bû. Karwanê cenaze di ketina mezrayê de ji aliyê hezaran kes ve hate pêşwazî kirin. Li vir cenaze ji ambûlansê hildan ser milan û ji bo wecîbeyên olî birin mizgefta gund. Li vir di dema wecîbeyên olî de ku girse li benda cenaze rawestiya bû, dayîk û xwişkên Fîdanten sîniya xenayê derxistin find pêxistin û li gel stran û sirûda lorandin û digotin "Îro daweta zavayê Kurdistanê yê. Zavayê me bi ser çavan re hatiye." Dayîk, xwişk û jinên tevlî merasî bûn bertekên tund nîşanî Erdogan dan. Ciwanê bi rûpoş derketin ser xanî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê hildan û girsê bi deqiqeyan li çepikan da û posteran slav kir.

Piştî wecîbeyên olî bi dawî bûn girseyê darbesta gêrîla Fîdanten ya li ala PKK'ê pêçandî hildan ser milan û ber bi goristanê ve dest bi meşê kir. Di meşê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Alîkarê Hevseroka Rêxistan BDP'ê ya Amedê Ahmet Gezen, Şaredara Lîcê Fikriye Aytîn, Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, rêveberên BDP'a bajêr û navçeyan, rêveberê MEYA-DER'ê, endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û bi hezaran welatî amade bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê hatin hildan û bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Ey şehîd çeka te li erdê namîne" û "Qatîl Erdogan" hatin qêrîn. Dayîka gêrîla Fîdanten, Nafiye Fîdanten bi sîniya xenayê li pêşiya darbesta kurê xwe meşiya. Cenazeyê gêrîla Fîdanten, li tenişta gora pismamê wî gêrîla Zulfî Fîdanten (Navdar Çiya) yê di sala 2007'an de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. Meş li ser goristana gund bi dawî bû û di dema definkirina cenaze de dayîk li ber gora kurê xwe rûnişt û bi hestewar bû. Piştî definkirinê terqîna cenaze hate xwendin û girse deqîqeyek rêz girt û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend.

'DÊ CANGORIYÊ ME NEYÊN JI BÎR KIRIN'

Axaftina pêşî Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz kir û diyar kir ku, ew îro du cangoriyan li Amedê defin dikin û got dê ew her tim şopdarê riya wan bin. Ayaz ji bo hemû gelê Kurd û malbatê sersaxiyê xwest. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî axivî û diyar kir ku, ew di şexsê rêhevalê xwe Şervan de û hemû têkoşêrên azadiyê silav dikin. Aydogan da zanîn ku, ew li hemberî şehîdê azadî, şoreş û têkoşînê de bi minetdarin. Aydogan anî ziman ku, duh salvegera PKK'ê bûye û got kes nikare PKK'ê xilas û tasfiye bike. Aydogan destnîşan kir ku, têkoşîna PKK'ê xetek rast ya di şoreşên cîhanê de yekemîne.

'SERÊ SEROK APO SAX BE'

Kalê gêrîla Fîdanten Hecî Ahmet Fîdanten, ji hemû beşdarvana re spasiyê xwe anî ziman û got bila serê hemû gelê Kurd sax bê. Dayîk Nafiye Fîdanten jî bi awayek hestewar axivî û wiha got: "Şîrê min li te xweş helal be lawê min. Tu zavayê cenetê bî. Serê Serok Apo, gerîla û malbatê sax be. Heta dilopek xwîna me hebe em dê li pey şehîdê xwe bin." Dayik Fîdanten ev tişt got: "Erdogan çete ye. Tu bê şerefî û bê wijdanî." Dayîk Fîdanten, silavê xwe ji hemû gerîlayan re şand.

Piştî merasîmê ji malbatê rê sersaxî hate xwestin, dua û fatîha hatin xwendin. Dê serdanê sersaxiyê li Mala Taziyê ya Pasûriyan ya li cem Toptancalar Sîteyê ya taxa Baxcilara navçeya Rezan 3 rojan bê qebulkirin.