Cenazeyê gêrîla Ferhad li Ranyayê bigirseyî spartin axê

Cenazeyê gêrîla Ferhad li Ranyayê bigirseyî spartin axê

Gêrîla Mêhirdad Tetmûy (Ferhad Ayhan) ku di pevçûna li navçeya Elka Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî girseyî li goristana şehîdan li rex tenişta 7 gêrîlayên din sipartin axê.

Gêrîlayê HPG’ê Mêhirdad Tetmûy (Ferhad Ayhan) ku di pevçûna 2’ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Piştî du mehan nasnameya cenazeyê gêrîla Ferhad ji aliyê 3 endamên malbatê ve ji saziya tiba edlî ya Meletiyê wergirtin. Di demjimêrên serê sibê ya duh de ji bajarê Dihokê bi karwanekî sedan wesayît ber bi Ranyayê ve birê ket.

Karwana cenazeyê gêrîla Ferhad ji aliyê rûniştvanên bajar, navçey û herêma Ranyayê ve bi awayekî biçoş û gerim ve hate pêşwazî kirin. girseyê bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gêrîla Ferhad, her wiha alên PKK’ê û KCK’ê meşiyan.

Di nava bajar de karwana cenaze ji aliyê malbata gêrîla Ferhad û bi sedan kesan ve hate pêşwazî kirin, piştî pêşwazîkirinê erkên ayînî hatin pêkanîn û cenazeyê gêrîla li gel diruşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdogan”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” heya goristana şehîdan meşiyan. Cenazeyê gêrîla Ferhad li rex gêrîlayê li goristanê hate sipartin.

Di merasimê de bi dehan wêneyên gêrîla û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha gelek alên Kurdistan, KCK û PKK’ê bilindkirin. Darbest gêrîla Ferhad jî bi alekî mezin ya HPG’ê hate pêçan.

Li ser navê malbata gêrîla Ferhad, Aras axaftinek kir û got: “Ez sipasiya hemû kesên ji Bakûrê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê û bajarê Ranyayê li gel zarokê me rêhevaltî kirin û lê xwedî derketin, em hêvîdarîn ku bikarîn xwedî li şehîd Ferhad Ayhan û zor û mantîbûna we derbikevîn.”

Di heman demê de gotara komînî şehîdanî Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê ji aliyê mam Siyamend ve hate pêşkêş kirin û sersaxî li hemû gelê Kurd, malbata gêrîla Ferhad û rayagiştî da û wiha got: “Şehîd Ayhan şehîdê hemû gelê Kurde, ne tenê şehîdê malbatekê, yan kesek û aliyekê yan bajarekê û herêmekê ye, bûye erkek ku em hemû xwedî lê derbikevin.”

Her wiha li ser navê Kampa Şehîd Rûstem (Mexmûr) Mele Ehmed û weke Tevger jî Hemwelatiyên Azad û Wekhev daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Êdî bese, pêwîste em hemû li dijî pîlanên dijmin û dagirkeran xwe bikin yek û yek deng, her wiha xwedî li şehîdên xwe derbikevîn.”

Hêjayî gotinê ye ku, di derbarê çalakiya 2’ê Îlonê ya li navçeya Elka Şirnexê ku gêrîlayên HPG’ê di çarçoveya tevgera şoreşgerî de çalakiyek pêkanî bû ragihandibû ku, di çalakiya tevgera şoreşgerî de 54 polîs û leşker hatine kuştin û zêdetirî 50 polîs û leşkerên din jî birîndar bûne. Her wiha HPG’ê ragihandibû ku di çalakiyê de 4 gêrîlayên wan jî jiyana xwe ji dest dane: Mêhirdad Tetmûy (Ferhad Ayhan), Rehman Mihemed Pûr (Metîn Alan), Darîwiş Hewesî (Hawrê Kelîhor), Îbrahîm Kiliç (Şoreş Melazgirt).