Cenazeyê gerîla Egîd bi girseyî spartin axê

Cenazeyê gerîla Egîd bi girseyî spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmut Mîntaş (Egîd Amed) ê ku li naçveya Lîceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da li gel astengî û êrîşa polîsên Tirk ji ailyê hezaran kesan ve bi meşekê spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmut Mîntaş (Egîd Amed) ê ku di êrîşa li dijî Qereqola Duru ya navçeya Lîce ya Amedê jiyana xwe ji dest da duh ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatibû wergirtin û di ketina Amedê de ji ailyê hezaran kesan ve hatibû pêşwazîkirin.

Serê sibê jî Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-DER, rêveberên BDP'ê yên Amedê û bi hezaran kes li baxçeyê Goristana Yenîkoyê kom bûn. Piştî cenazeyê Mîntaş hate şiştun malbatê destên wî hine kirin. Girseyê wêneyên gerîla Mîntaş û Yusuf Bulbul ê ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û posterên Rêberê Gelê Ku8rd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vir e", "Ey şehîd riya te riya me ye" û "Tekoşin berxwedan riya me riya şehîdan" berz kirin.

Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn û nimêja cenaze hate kirin darbesta bi alên PKK'ê hate pêçandin girseyê girt û xwestin bi meşê bibin goristanan. Polîsan bi wezayîtên zirxî û TOMA'yan barîkat danîn û xwestin meşê asteng bikin. Li ser vê yekê malbata Mîntaş ji polîsan re got, "Hûn çi dikin em dê di vê rê de bimeşin. Hûn jî werin asteng bikin." û meşa xwe berdewam kirin.

Ji ber vê yekê polîsan bi ava şid mudaxele li girseyê kir û girseyê ji bi keviran bersiva polîsan da. Piştî rageşiyekî kin polîsan ji ber girseya bi biryar rê vekir. Di meşê de sloganan "Şehîd namirin" hate berzkirin. Cenazeyê gerîla Egîd li goristanê bi sloganan spartin axê. Piştî rêzgirtinê dayîka Mîntaş tîlîlî kêşînd û got, "Egîdê min, şervanê min"

Piştre Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftine kin kir û êrîşa polîsan a li dijî cenaze şermezar kir û got: "Wan ji bo azadiya gelê kurd mirin da ber çavên xwe. Zilma li hemberî gelê kurd qebûl nekirin. Lê zilim û faşîzma AKP'ê berdewam dike. Tehemûla wan a li hemberî cenazeyan jî tune ye."

Piştî axaftinê girse bi çepîk û tîlîliyan çû Mala Şînê ya Hezroyê.