Cenazeyê gêrîla Denîz bi sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Denîz bi sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Habeş Dagtekîn yê ku li navçeya Bazarcixê ya Gurgumê jiyana xwe ji dest da, bi sirûda "Çerxa Şoreşê" re bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Habeş Dagtekîn (Denîz Kendal) yê ku di 13'ê cotmehê de di pevçûna li navçeya Bazarcixê ya Gurgumê de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, li gundê Humera yê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gêrîla Denîz piştî ji aliyê xizmên wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn gundê Humerayê. Rêveberên BDP'ê yên Riha û navçeyan, nûnerên Riha û Qoserê yên MEYA-DAR'ê, şaredarên navçeyan û bi hezaran welatiyan karwana cenaze pêşwazî kirin.

Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn, cenaze bi sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vire", "PKK Tolhildan", "Ey şehîd xwina te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" birin goristanê. Bi sedan polîs û hêzên çewîk yên polîsan bi wesayîtên zirxî goristan dorpêçkirin û di navbera leşker û welatiyan de rageşî derket.

Cenazeyê gêrîla Denîz bi sirûda "Çerxa Şoreşê" bi girseyî hate definkirin.