Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Murat Bîlgîç (Delîl Antep) ê ku di 25'ê mijdarê de li Amanosan jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê wergirtin û ber bi Dîlokê ve bi rê kirin.
Malbatên gerîlayê HPG'ê Murat Bîlgîç (Delîl Antep) û Nazim Işik (Gabar Faraşîn) ên ku di 25'ê mijdarê de li çiyayên Amanosê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan duh hatin Edeneyê. Malbatan bi riya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê çûn morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê û cenaze teşhîs kirin. Malbata gerîla Işik duh cenaze wergirt û ber bi Wanê ve birin. Malbata gerîla Bîlgîç jî serê sibê cenazeyê zarokê xwe wergirt.
Cenazeyê gerîla Bîlgîç bi tevlîbûna rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Edene û rêveberên ÎHD'ê yên Edene bi slogana "Şehîd namirin" ber bi Dîlokê ve hate oxurkirin. Endamên malbatê jî di dema cenaze ji morgê derxistin tilîlandin.