Cenazeyê endamê YPS'ê Guneç bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê Nadîr Guneç (Bawer Pîr) ê ji aliyê çeteyên qesrê ve hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî, li ber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd Namirin" û "PKK, tolhildan" hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPS'ê Nadîr Guneç (Bawer Pîr) ê li navçeya Colemêrg Geverê di dema berxwedana xweparastinê de jiyana xwe ji dest da, piştî kar û barên li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê, li warê wî Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê Guneç ji aliyê malbatê, rêveberên MEYA-DER'ê, rêveberên DBP û HDP'ê ve ji Morga Akkopru hat wergirtin û bi konvoyekê birin Şehîdgeha Yenîmahale. Konvoy li pêşiya Komeelya Gel a Azad, parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan û hevserokên HDP'ê yên bajêr jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel dûre darbesta Guneç a bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin hilda ser milan û bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd Namirin" û "PKK, tolhildan" bir goristanê. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyên Guneç li ber duayan hat veşartin.

Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Ûrar li vir peyivî û bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku hîn bi xurtî xwedî li cenazeyan derkevin.

Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan jî got, "Divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike û têkoşînê mezin bike. Bêdengî rê li ber komkujiyên nû vedike."

Bav Hacî Guneç jî got, "Bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be."

Serdanên sersaxiyê li taxa Seyît Fehîm Arvasî tên kirin.