Cenazeyê Çûrak ê hat qetilkirin demeke dirêj li goristanê nehiştin bê veşartin

Cenazeyê Servet Çûrak ê li Cizîrê hat qetilkirin, hat veşartin. Hêzên dewleta Tirk cenazeyê Çûrak bi saetan di nava germa dijwar de li goristanê hiştin û nehiştin bê veşartin.

Cenazeyên Servet Çûrak û Rêber Çelîk ên li Cizîrê di berxwedana bi heybet a li dijî êrîşên çeteyên AKP/Qesrê de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku testa DNA qediya radestî malbatê hatin kirin.

Cenazeyê Çûrak ku ji Goristana Bêkesan a Silopiyayê hat wergirtin, ji bo were veşartin anîn Cizîrê. Lê belê hêzên dewleta Tirk bi hinceta 'kaxiza defnkirinê' cenaze bi saetan li pêşiya Goristanê di nava hewa germ de sekinandin. Piştî vê îşkenceya bi saetan, malbatê kaxiza veşartinê ji Şaredariya Cizîrê wergirt, radestî polîsên Tirk kir û bi vî rengî cenazeyê xwe veşart.

Cenazeyê Rêber Çelîk jî ji bo were veşartin, ber bi Colemêrgê ve hat şandin.