Cenazeyê Alî Aslan ji bo rêwîtiya dawî ber bi Kurdistanê ve hat şandin
Welatparêzê Kurd Alî Aslan ê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê xizm û rêhevalên wî ve ji bo rêwîtiya dawî ber bi Kurdistanê ve hat şandin.

Cenaze beriya were şandin, destpêkê anîn Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê ya li semta Fridhemsplan a Stockholmê. Di merasîma bîranînê ya li komeleyê de rêhevalên Aslan, behsa jiyan û têkoşîna wî kirin.
Siyasetmedarê Kurd Hasan Zaza anî ziman ku Aslan ji ber di temenê biçûk de tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd bû rastî zext û êrîşên dewleta Tirk hat û neçar ma welatê xwe biterikîne, xwe li Swêdê bigire.
Zaza da xuyakirin ku Aslan piştî hat Swêdê jî bi awayekî aktîf di nava têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd de cih girtiye, tevlî xwepêşandan, çalakî û grevên birçîbûnê bûye. Zaza ragihand ku Aslan ji ber vê yekê li zext û êrîşên polîsên Swêdê jî rast hatiye û hatiye binçavkirin.
Di merasîma bîranînê de ku nêzî 200 kes lê amade bûn kekê Aslan nivîskar Kamran Sîmo Hedîllî jî li ser jiyan û têkoşîna birayê xwe axaftineke kurt kir.
Rêveberên Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê dan xuyakirin ku cenazeyê Alî Aslan wê di 6'ê Adarê saet di 08:00 de li Balafirgeha Êlihê be û ragihandin ku di 14'ê Adarê saet di 12:00 de li lokala komeleya li Stockholmê serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.