Cenazeyê Akyuz ê li Wanê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Delîl Akyuz ê li Wanê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin, hat veşartin.
Cenazeyê Delîl Akyuz ê li Wanê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin, hat veşartin.
Cenazeyê Delîl Akyuz (24) ê di şerê 18'ê Nîsanê yê li taxa Xaçort a navçeya Wan Îpekyolû de bi birîndarî hat girtin û dûre hat înfazkirin, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.
Cenaze ji morga Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat wergirtin û anîn taxa Xanêka Jêr a navçeya Amed Çinarê.
Cenazeyê Akyuz piştî bicihanîna wecîleyên olî, li goristana taxê hat veşartin.
Di şerê 18'ê Nîsanê de polîsekî tîmê taybet jî hatibû kuştin.