Cenazeyê 5 kesên ku li Silopiyayê hatin qetilkirin rakirin morgê

Cenazeyê ji heman malbatê 4 kesên li Silopiyayê di maleke ku çeteyên Qesrê bi tankê hedef girtin de diman û cenazeyê Zulfiye Şalk a 70 salî bi ambûlansên çûn cihê bûyerê ve rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Li navçeya Silopiyaya Şirnexê ku careke din “qedexeya kolanan” li tevahî rojê hate belavkirin, li taxa Barbarosê di encama bomberdûmankirina çeteyên Qesrê de ji heman malbatê Îsa, Ahmet, Muhyettîn û Saadettîn Tongûç û her wiha Zulfiye Şalk a 70 salî hatin qetilkirin. Cenazeyên 5 welatiyan ji taxê wergirtin û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Ambûlansên ku ketin kolana ku mal lê hatiye bombekirin, cenazeyê 5 kesên ku hatine qetilkirin wergirtin.

3 kesên ku di heman bomberdûmanê de birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Dîsa di heman bomberdûmanê de Abdûlhayît Taş ê parçeyên şarapnelê li laşê wî ketin jî bi giranî birîndar bû. Taş ê ku xeteriya wî ya jiyanî heye, destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, piştre jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hate kirin. Dermankirina Taş didome.