Cenazeyê 3 gêrîlayan birin Meletiyê

Cenazeyê 3 gêrîlayan birin Meletiyê

Cenazeyên 3 gêrîlayên HPG'ê yên li navçeya Şemzînanê 2 roj berê di şer de jiyana xwe ji dest dan, birin Meletiyê.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 18-19'ê Mijdarê de li herêma Xepiştê ya Rûbarok û Bêsosinê pevçûn derket û di pevçûnê de 3 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnê de 38 leşker hatibûn kuştin û helîkopterek jî hatibû xistin. Hate diyarkirin ku, cenazeyên 3 gêrîlayên HPG'ê yên biribûn 34’mîn Fermandariya Tugaya Hidûd ya Şemzînanê bi helîkopterê ji bo otopsiyê şandin Meletiyê.