Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik nerazîbûn nîşanî derdorên ku dibêjin “em li dijî çalakiyên greva birçîbûnê ne da” û got; “Ne li dijî şêwazê çalakiyê, li dijî berxwedana kurdan e”. Bayik bal kişand ser propgandaya AKP’ê ya bi awayê “Parastina bi zimanê zikmakî dê bê nasîn” û diyar kir ku AKP dixwaze careke din civakê bixapîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa bi ser navê “Ne li dijî şêwazê çalakiyê, li dijî berxwedana kurdan e” ku di rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin, bersiv da daxuyaniyên rayedarên Tirk ên der barê greva birçîbûnê de. Nivîsa Bayik wiha ye:
“Dewlet û hukûmeta Tirk, hêzên dijî Kurd, çawa li dijî her cure têkoşîna Kurdan derdikevin û hincetekê didin pêş, vê carê jî li dijî rojiya mirinê û çalakiyên greva birçîbûnê ya Kurdan kampanyayên reşkirinê didin meşandin. Eger çalakiyeke bi vî rengî Filistîniyan li dijî Îsraîlê pêk bianiya dê heta dawiyê pesnê wê bidane û lehengiya çalakvanan vegotana. Qala çîroka jiyana çalakvanan bikirana. Bi taybetî jî Îslamîstên siyasî dê ev çalakiyên ku nêzî xwe didîtin mîna çalakiyên pîroz binirxandana. Lê niha ji bo çalakiyên girtiyên Kurd ên siyasî reş bikin hincet û bêbextiyek namîne ku nakin. Bi rastî jî mîna van Îslamîstên siyasî yên hevkar komeke din a siyasî ya ev qasî durû mîna bukalemunê nehatiye dîtin. Tiştên ji bo wan baş in, ji bo yên din xerab in.
Dema Kurdan li dijî dewleta Tirk a mêtinkar berxwedanek nîşan dane her carê ev yek hatiye reşkirin. Dema dîroka Tirk were lêkolînkirin dê were dîtin ku her berxwedana Kurdan bi rengekî reşkirinê, xerab nîşan dane. Berxwedaneke bi tenê jî ya ku Kurdan ji bo azadî û demokrasiyê dane bi erênî nayê dîtin. An ev berxwedan bi hêzên derve ve girêdayî ye, yan provokasyon e, yan tiştan xerab dike yan jî rêbaza ku Kurdan ji bo berxwedanê bi kar anîne ne rast e. Li gor wan divê Kurd çokên xwe bişkînin û ji dewletê tiştan bixwazin û bi tiştên layiqî wan werê dîtin razî bibin.
Li cîhanê çi qas têkoşînên çekdarî pêk hatibin li Tirkiyeyê gelek derdoran bi germî li wan nihêriye. Ji Filistînê heta Filipînê, ji Bosnayê heta Çeçenan têkoşînên çekdarî yên ji aliyê gelek derdorên Tirkiyeyê ve tên destekkirin dikare weke mînak bê nîşandan. Destekdayîna hukûmetê û alîgiriya wê ya hêzên çekdar ên li Sûriyeyê em li aliyekî deynin.
Gelek berxwedanên çekdarî tên destekkirin; li aliyê din berxwedana çekdarî ya gelê Kurd ku bi neheqiya herî mezin a cîhanê re rû bi rû ye û di bin qirkirina çandî de ye, tê lanetkirin. Li tu deverên din ên cîhanê di vê astê de nehatiye xwestin ku hebûna neteweyî ya gelekî were tunekirin. Tevî ku hîn jî tê xwestin Kurdan tune bikin, îradeya wan a siyasî nayê qebûlkirin, ji perwerdeya bi zimanê zikmakî re dibêjin, na; lê di heman demê de ji bo berxwedana çekdarî ya Kurdan navlêkirinên herî xerab ên cîhanê tên rêzkirin. Dema ku Kurd ji bo siyaseta demokratîk bi rengekî bê çek derdikevin qadan ev yek jî mîna hewldana kaosê li Tirkiyeyê tê nirxandin. Têkoşîna demokratîk a Kurdan an tê qedexekirin, astengkirin an jî bi bikaranîna her amûrên êrîşê tê belavkirin. Çalakiyên demokratîk ên Kurdan li aliyekî, rêxistinbûyina wan a demokratîk jî mîna sûc tê dîtin. Di roja me de girtina nêzî 10 hezar siyasetmedarên demokratîk îspata vê yekê ye. Yanî ne tenê têkoşîna çekdarî û çalakiyên rojiya mirinê, çalakiyên herî asayî yên rêxistinbûyina demokratîk jî tên reşkirin, sûcdarkirin û cezakirin. Li gor demê şêwazên çalakiyan û rêbazên berxwedanê yên Kurdan tên guhertin; lê belê dîsa jî ji sûcbarî û xerabnîşandanê rizgar nabin.
Hewldanên reşkirin û mîna çalakiyên ne di cih de ya ji bo greva birçîbûnê diyar dike ku nirxandinên wan ên der barê cuntaya 12’ê Îlonê ya 1980’yî ne jidil û samîmî ne. Di 12’ê Îlonê de berxwedana herî mezin bi rêbaza rojiya mirinê pêk hatibû. Girtiyan bi danîna holê ya jiyana xwe li dijî rejîma 12’ê Îlonê ya bi gelan xwîn da verşandin rawestiyan. Rejîma 12’ê Îlonê di destpêkê de bi vî rengî hate rawestandin. Kî dikare bêje ev çalakî ne mafdar bûn? Ji bilî darbekarên 12’ê Îlonê û faşîstan tu kesî cesaretî sûcdarkirina wan çalakiyan nekiriye. Lê belê hukûmeta AKP’ê, hevkar û çapemeniya alîgir bi meşandina kampanyaya mîna çalakiyeke şaş nîşandana grevên birçîbûnê di rastiyê de li hember berxwedana li dijî 12’ê Îlonê jî disekinin. An jî eger li hember deshilatdariyên ku qaşo dibêjin, ew bi xwe jî li dijî wan in, çalakî pêk bên mafdar in, lê belê eger li hember zilma hukûmeta AKP’ê pêk werin weke rêbaz neheq û şaş in. Durûtî û bêexlaqî di vir de ye. Sedema bi tenê ya dij-derketina wan ew e ku muxatabê vê çalakiyê hukûmeta AKP’ê ye. Eger ji aliyê hin derdorên nêzî wan ve çalakiyeke bi vî rengî pêk bihata rexnekirin li aliyekî dê destek jî bidana.
Li dijî neheqiyan meşandina têkoşîna siyasî mafê her kesê/î ye. Tu kes nikare vî mafî ji destê mirovan bigire. Xweseriya bingehîn a mirov ew e ku li dijî neheqiyan derkeve û xwe îfade bike. Bêparhiştina mirov ji vê yekê tê wateya bi çavên keriyan nihêrandina li mirovan e. Eger siyasetmedarên demokratîk û şoreşger ji bo astengkirina meşandina karê wan ê siyasetê avêtibin zîndanan wê demê mafên mirovan heye ku li dijî pergaleke faşîst derkevin û li ber xwe bidin. Ji ber ku ketine zîndanê tu kes nikare bêje, hûn nikarin vî mafî bi kar bînin. Bi hezaran siyasetmedarên ku di zîndanan de ne rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ya heyî ji bo gelan xeter dîtine û ji bo vê rewşa xeter ji holê rakin pêwîst dîtine ku bikevin nava hewldanan. Ji ber li girtîgehan derfeteke din tune ye neçar mane bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Fêmnekirina van mirovan tê wateya çavgirtina ji rastiya heyî ya Tirkiyeyê re. Hin kes ku çavên xwe ji vê rastiyê re digirin û dengê xwe nakin, dixwazin girtî jî wisa tevbigerin. A ne rast, a ne exlaqî ev yek bi xwe ye. Tu kes nikare der barê çalakiya girtiyên polîtîk de ku li derve jî ji bo azadî û demokrasiyê jiyana xwe danîne holê zimandirêjiyan bike. Yên dibêjin rêbaz ne rast e yan ne exlaqî ye tenê ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk û hevkariya xwe van tiştan mîna argûmanên bîrdozî didin pêş.
Hinek dibêjin, ev daxwaz nayên qebûlkirin. Ev daxwaz neçar dê werin qebûlkirin û niha tam jî dema wê ye. Jixwe ji ber ku difikirin tam dema wê ye girtiyan ev çalakî dan destpêkirin. Dema qebûlkirina van daxwazan hatiye û derbas jî bûye. Lê belê ji ber paşverûtî, şovenîzm û israra wan a Kurdan bi tevkujiya çandî tune bikin, qebûl nakin. Ji bo rawestandina vê yekê û ji bo bi lezgînî ev maf werin qebûlkirin ketina tevger û çalakiyê helwesteke di cih de ye.
Hinek jî dibêjin ev daxwaz ji xwe daxwazên ku AKP dixwaze bi cih bîne ne û bi vê yekê civakê dixapînin. Ev derew e. Jixwe dibêjin, bi zimanê zikmakî perwerde nabe, ev yek dê Tirkiyeyê parçe bike. Azadbûna Rêberê Gelê Kurd li aliyekî hevdîtinên bi parêzeran re ên asayî jî tên astengkirin. Jixwe yên dibêjin mîna berê nabe ku hevdîtinan bikin rayedarên AKP’ê bi xwe ne. Her wiha ji bo astengkirina van hevdîtinan û tecrîda heyî rewa bikin amadekariya guhertinên qanûnî jî dikin.
Ev Rêbertî bêguman hevdîtinên ku nikaribe nerîna xwe ya siyasî, helwest û ramanên xwe bîne ziman qebûl nake. Diyar e ku hevdîtinên parêzer û malbatê ku hukûmetê sînor li ber danîne dê di rastiyê de ne hevdîtin bin. Hewldana anîna asteke ji rêzê ya rêberê gelekî ne Rêbertî, ne gelê Kurd ne jî Tevgera Azadiya Kurdistanê qebûl dike. Îddîayên ku dibêjin mafê parastina bi zimanê zikmakî dê werin naskirin jî derew in. Dibe ku hin sistayî di vê mijarê de werin nîşandan, lê belê dîsa jî bi giştî mafê parastina bi zimanê zikmakî nayê naskirin. Heta mafê perwerde û bikaranîna di saziyên dewletê de ji bo zimanê zikmakî neyê naskirin, mafê parastinê jî nayê naskirin. Bila kes xwe nexapîne.
Hinekan xwest ku rêveberiya PKK’ê banga bidawîanîna çalakiyan bike. Mîna ew jî dibêjin ev daxwazeke ku nikare were qebûlkirin e. Ji ber ku hîn ev daxwaz bi lêv nekirine, ketine nav şaşiyê. Dibêjin, em dizanin rêveberiya PKK’ê ev çalakî da destpêkirin. Ev bi tevayî şaş e, berevajîkirina rastiyan e. Rêveberiya PKK’ê ji girtiyan re nabêje, bikevin rojiya mirinê, greva birçîbûnê ya bêdorveger. Tu caran jî negotiye van çalakiyan pêk bînin. Rêhevalên me timî bi îradeya xwe ya xweser û weke berpirsiyariyekê ev çalakî dane destpêkirin. Di dîroka PKK’ê de mînakeke bi tenê jî tune ye ku ji bo girtiyan fermana; çalakiyên wisa pêk bînin, bikevin rojiya mirinê, nehatiye dayîn. Ji lewra tiştên tên gotin derew û îftîra ne. Yên di girtîgehan de ev biryara xwe dane. Daxwazên wan jî mafdar û yên dikarin werin qebûlkirin in.
Yên ji rêveberiya PKK’ê re dibêjin we ev çalakî da destpêkirin bila beriya her tiştî dawî li vê pêşhukmiyê bînin. Jixwe diyar dibe ku rastiya PKK’ê û karaktera wê ya demokratîk fêm nekirine. Dubarekirina nerîn û bîrdoziya fermî em layiqî rewşenbîr û demokratan nabînin.