Biryara Desteya Wezîran a li ser cemawerîkirina Sûr û Silopiyayê, di 25'ê Adarê de di rojnameya fermî de hat weşandin.
Li gorî vê yekê hemû mal, kargeh, saziyên cemaweriyê, avahiyên dîrokî û olî yên li taxên Sûr Abdaldere, Alî Paşa, Cemal Yilmaz, Camîkebîr, Cevat Paşa, Dabanoglû, Hasirli, Înonu, Îskenderpaşa, Lalabey, Melîkahmet, Ozdemîr, Suleymangazî, Savaş, Şemhane û Ziyagokalp di bin navê 'cemawerî'kirinê de wê bên desteserkirin.
Li van herêmên werin desteserkirin, avahiya Şaredariya Sûrê, Mala Dengbêjan, Avahiya Cemîlpaşa, Xana Hasanpaşa, Mizgefta Mezin, Dêra Keldanî Mar Petyûn, Parka Anzele, Girikê Amîda, Minareya Çarling, Mizgefta Kûrşûnlû jî hene.
ŞER DI 13'Ê ADARÊ DE QEDIYA LÊ QEDEXE NEQEDIYA
Walîtiya Tirk a li Amedê di 13'ê Adarê de hat ragihand ku şer qediya ye. Lê belê qedexeya di 2'ê Adarê de hat îlankirin li 4 taxan hînê dewam dike. Taxên din jî dorpêçkirî ne.
Pêşiya taxan ji aliyê polîsên 'tevgera taybet' ve hatiye girtin. Polîsan bi kîsên bi xîzê dagirtî, cihên nobedgirtinê çêkirine. Her wiha blokên beton ên bi bilindahiya 4 metreyî li pêşiya deriyên Sûrê danîne. Vê jî têrê nekir. Li çar aliyên navçeyê kulûbeyên ewlekariyê yên zirxî bi cih kirin.
Piştre hikûmetê bi lez û bez biryara 'cemawerî'kirinê wergirt.
Piştî cemawerîkirina Sûrê nediyar e wê çi bê kirin. Beriya her tiştî nayê zanîn xwediyên berê yên Sûrê wê vegere Sûra ji nû ve bê çêkirin an na.
SÛR BI ERDÊ RE KIRINE YEK
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ji bo rewşa niha Sûrê dibêje, "Xanî hatine xerakirin. Mîna zeviyekî Sûr bi erdê re kirine yek. Dibe ku berhemên dîrokî hînê li ser piyan bin. Lê belê ji bilî van avahiyan, qada jiyanê ya mirovan bi temamî bi erdê re bûye yek."
Bênavbera maşînên kar û qeymon diçin û tên. Lê ji ber qedexeya polîsan, kişandina dîmenê van zehmet e.
Aydogan ragihand, cihê xirbeyê ji Sûrê tê derxistin lê tê avêtin jî li çapemenî û gel girtî ye.
AVAHIYÊN TIŞT PÊ NEHATINE JÎ TÊN HILWEŞANDIN
Nêrîna gel ew e ku ev biryara cemawerîkirinê ya bi lez û bez hatiye wergirtin, pêwendiya xwe bi dewamkirina qedexeyê heye.
Aydogan da xuyakirin, ku ji bo cemawerîkirin li tevahiya bajêr were kirin, divê xaniyekî bi tenê jî nemîne û got, "Hin avahiyên di dema şer de zerareke mezin nedîtin û bi hêsanî dikarîbûn bihatina sererastkirin, bi maşînên kar hatin xerakirin. Hem gel hem jî em vê cemawerîkirinê naxwazin. Lewma hikûmet, bi rojane hewl dide argumanên parastinê yên 'ti avahî li ser piyan nemabû' li Sûrê bafirîne. Sedema dewamkirina vê qedexeyê ev e."
Daneyên ku vê nirxandina Aydogan piştrast dikin, hene.
Roja Înê Midûrê Emniyeta Tirk a li Sûrê bang li keyayên taxên hatine desteserkirin kir. Şefê polîsan xwest, xwediyê avahiyên xera nebûyî yên li taxên Savaş û Hasirli serî li qereqolê bidin û bi polîsan re biçin eşyayên xwe jê derxînin.
Parlamentera HDP'ê Aydogan vê fermanê weke 'Hemû xaniyên mayî wê bi temamî bên xerakirin' dinirxîne.
Sûr a xwedî dîroka 7 hezar salî ye, ev hezar sal in qadeke jiyanê ye ji bo mirovan. Li vê derê mizgeft û dêr bi hev re ne, xaniyên ji hewşan ruhê Amedê ye.
Aydogan jî di wê baweriyê de ye ku armanca biryara cemawerîkirina Sûrê, ji holê rakirina çand û bîra civakî ye.
Aydogan destnîşan dike, ku Amed Sûr bi xwe ye û dibêje, "Dema qedexeya derketina derve hat rakirin, gel wê bixwaze li malên xwe vegere. Di vî warî de daxwazeke mezin a gel heye. Lê mixabin dema deriyê Sûrê hat vekirin, xewn û xeyalên her kesî wê bişikên. Gelê me dema hat Sûrê wê malên xwe nebîne."
Yek ji propagandayên AKP'ê yên têkildarî Sûrê dike; kirina Toledo.
GEL TOLEDO NAXWAZE, XANIYÊN XWE YÊN BERÊ DIXWAZE
Lê belê ev Toledo wê di nava dagirkeriya polîsan de bê kirin. Tê plankirin li Sûrê 12 qereqol werin çêkirin. Her wiha li ser tê axaftin ku li ser sûrên Amedê kûleyên çavdêriyê-şopandinê werin avakirin.
Aydogan dibêje, "Lê belê gel naxwaze li Toledo bijî. Dixwaze li xaniyên xwe yên kevnar ên xwedî hewşên bi hev ve bijî."
Ji bo pirsa, 'piştî hat avakirin, wê kî li Sûrê bên bicihkirin?' bersiva zelal ev e: Mirovên ji Sûrê wê neyên bi cih kirin.
Ji niha ve bi hezaran mirov ketine kirê.
Aydogan ji bo pirsa 'Kî wê bên bicihkirin?' vê bersivê dide: "AKP dixwaze vî bajarî kozmopolît bike. Nifûsa Amedê hema hema temamiya wê Kurd e. Dixwaze rewşa wê ya demografîk biguherîne û bi vî rengî bike ku Amed ne navenda pirsgirêka Kurd be. Li Tirkiyeyê 2 mîlyon 750 hezar Sûriyeyî hene, ku ji sedî 95 ê wan Ereb in. Bi bicihkirina Erebên Sûriyeyî li Sûrê re dixwaze rewşa demografîk a bajêr biguherînin."
Îtirazên li hemberî biryara cemawerîkirina lezgîn destpê kir. Baroya Amedê li hemberî biryarê doz vekir. Rêxistinbûyînên polîtîk û civakî yên li bajêr ji biryar bê betalkirin, daxuyanî dan.