Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk diyar kir ku, gelê Kurd di pêvajoyek pir girîng û bi qîmet re derbaz dibin û xwest di çalakiyên ku pêk bînin şaredarî jî piştgiriyê bidin çalakiyan.
Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 60'an de berdewam dike.
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk û Şaredarên BDP'ê tevlî civîna têkildarî geşedanên dawî û pêvajoyê li Salona Konferansê ya Şaredariya Rezan pêk hat bûn. Civînê ji bo kesên di têkoşina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê destpê kir.
Demîr Çelîk anî ziman ku, ew li daxwazên girtiyan xwedî derdikevin û divê êdî şaredarî jî tevlî van daxwazan bibin. Çelîk anî ziman ku, greva birçîbûnê ya ji 12'ê Îlonê de destpê kiriye ketiye rojên krîtik û xwest êdî kes li hemberî van daxwazan bêdeng nemînin. Çelik bilêv kir ku, gelê Kurd di dîroka watedar û girîng de derbaz dibin û wiha got: "Li gel dewletê civak êdî dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe û bibe xwedî biryar. Em Kurd jî dikevin vê pêvajoyê."