Hêzên rejima îranê duh bi dozereyan êrîşî ser gundê Kurdan Kelan Kanî yê girêdayî Urmiye kirin û bi erdê ve kirin yek.
Gundê Kelat Kanî girêdayî bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, her wiha dikeve navbera sînorê Rojhilatê Kurdistan û Bakûrê Kurdistanê. Hêzên rejima Komara Îslamî û hêzên veşartina û parastinê yên çekdar êrîşî gund kirin û gund bi erdê re kirin yek.
Ev gund cihek stratejike ku dinavbera sînorê Îran u Tirkiye yê de ye û hate îdeakirin ku, Îran di çarçoveya bihêz kirina sînorên xwe de bernameya bi cihkirina hêz û çekên giran daniye.
Piştî şerê Îran û Iraqê yê 8 salan ev gund careka din hate avakirin û doh cardin ji aliyê rejima Îran ve hate rûxandin.