Çavdêriyên Zagrosê

Di her kêliya rêwîtiya min a Zagrosê de ku 4 mehan dewam kir, min şahidiya jiyana gerîlayan kir. Dibe ku min nikarîbû hemû binivîsanda, lê qasî ku ji dest min hat min hewl da bidim.

Di her kêliya rêwîtiya min a Zagrosê de ku 4 mehan dewam kir, min şahidiya jiyana gerîlayan kir. Dibe ku min nikarîbû hemû binivîsanda, lê qasî ku ji dest min hat min hewl da bidim. Ji ber ku min dizanîbû wêne tenê ne ew çarçove ne. Li pişt wan wêneyan îsyan, hêrs, hezkirin, hesret, dostanî, hevrêtî hebû. Beriya wê jî ez li îhtîmala valabûna şarja wênekêşa xwe jî fikirîm û min tenê hewl da wêneyên ku balê bikşîne tomar bikim. Min demekê lê nêrî, ku nabe, nikarim tiliya xwe jê bikşînim. Ji ber her kêliyên jiyana gerîla bi cudahiyeke balkêş tijî bû. Dema min li wêneyan nêrî, hejmar gihiştibû deh hezaran. Bi hezaran wêneyên ku tevahî hestên manewî yên xîtabî mirov dike di çarçoveyên biçûk de bi cih dike…

SERHILDANÊ ÛŞAKÎ…

Yek ji gerîlayên jin a ku min wêneyê wê girtibû jî Serhildan Ûşak bû. Dema min wêneyên wê dikşand, di nav gotûbêjê de fêr bûm ku keçek Tirk e. Navê xwe Serhildan danîbû. Wateya wê ya Kurdî, ya serî hildide, îsyan bû. Bi eslê xwe ji gundê Ûlûbey Înay ê Ûşakê ye. Li gor gotinên Serhildanê, gundê Înayê gelekî ji şoreşgeran hez dike. Salên 1980’î, ev gund wek ‘Moskowa biçûk’ tê bibîranîn. 

Çîroka jiyana Serhildanê jî ne ji rêzê ye. Lêpirsîna sîstemê kiriye û di encama vê de jî biryara tevlîbûna refên gerîla daye. Sepanînên li dijî gelên cuda, wirdekirin, zextan nakokî pê re çêkirine. Dibêje “çawa dibe ku gel nikarin bi zimanê xwe baxivin, bi çanda xwe derkevin pêş…” Dîsa qetlîamên li Kurdistanê, bi taybet jî li beramberî daxwaza gelekî ya mafê xwe ya xwezayî, sepanînên mîna li Sûr û Cizîrê hê zêdetir wê bi hêrs dike. Tevî ku zewicî ye û xwedî zarok e jî, dibêje ku divê ez ji van hemûyan re bibin bersiv. Bi wijdanî ji rawestandinê nerehet dibe. Mîna ev li ber çavên wê hatine kirin, ew jî bêdeng dima hîs dike. Beriya wê jî bi rêka medyayê PKK’ê dişopîne. Lê nizane wê çawa, bi kîjan rêkê xwe bigihîne û bi PKK’ê re bibe yek. Demekê difikire, ji ber ku keçek wê jî heye. An wê tenê keça xwe bifikire an jî wê bi mîlyonan zarokan… Ev fikrîn zêde najo. Dibe ku çavê wê li pey keça wê mabe, lê dikare bi têkoşîna xwe ve jiyana bi hezaran zaroka rizgar bike; siberojek azad saz bike. Jixwe dixwaze keça wê di welatekî azad de bijî. Ev jî rêka wê têkoşîn e. Her wiha, kesên pêbawer ên keça xwe radest bike jî hene. Ji ber ku gundê wê beriya niha jî bi germahî nêzî şoreş û şoreşgeran dibû.

CARA PAŞÎN KEÇA XWE MAÇ DIKE

Herî dawî keça xwe maç diramûse û dikeve ser rêkên Kurdistanê. Ji ber ku teqez wê karibe wisa xwe bigihîne PKK’ê. Ji herêma Serhedê dibihure û xwe davêje pêxîra çiyayên Kurdistanê. Û êdî li rex ew gerîlayên PKK’ê ne ku ti carî xeyal jî nedikir wê wan bibîne. Êdî dikare dest li wan bide, bi wan re baxive. Hevûdu hembêz dikin. Lê, ti carî nefikiriye ku wê li hemberî wan ewqasî bi kelecan bibe. Her çiqasî li dûv xwe ew nîvê xwe yê keçka çavê xwe hêla be jî, ew têkoşîna ku wê ji bo zarokên din bide bi wijdanî rehetiyekê dixe canê wê.

‘JINÛVE HATIM DINÊ’

Serhildan, heta demekê perwerdeyê dibîne û piştre li qada Avaşîn a Zagrosê tê wezîfedarkirin. Em ji wê jî guhdar bikin gelo perwerdeyên PKK’ê guhertinên çawa li ser çêkirine:

“Esas, dema gotin perwerde, min got tenê em ê bikaranîna çekê fêr bibin û biçin şer. Lê, perwerdeyên gerîla di her tiştî de dadikeve heta parçeyên biçûk. Li cîhan, Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiyeyê sîstemek çawa dimeşe, şer ji ser çi bi pêş dikevin, ji bo bidawîkirina mirovahiyê çi hevsengî tên avakirin… Perwerdeyeke ku bersiva van tevahiyan dibe hedef. Dîsa, ji bo pirsa ‘çawa bijîn’ bersiv pêwîst dikin û hewl tê dayîn ku di vê çarçoveyê de wê çawa jiyan herî watedar bibe. Dîsa, dîroka derewîn a ku bi salan e hatiye dayîn, tê serobinkirin. Li şûna vê, ji destpêka mirovahiyê heta îro, dîrok bi awayekî herî objektîf tê dayîn. Erê, li vir wek Tirkmenekê bê çawa hatime asîmîlekirin jî fêr dike û ez li dijî vê sîstemê bi hêrs dibim. Ez dikarim vê jiyana PKK’ê, ji bo xwe wek jiyana duyemîn an jî vejînê bi nav bikim. Bi rastî jî gelekî bi hizûr im. Ez baş dizanim ku ji bo mirovahiyê di rêka jiyanek azad de ketime nav hewldanan.”

JI BO KEÇA XWE: EZ LI VIR IM, JI BER KU JI TE HEZ DIKIM…

Esas vê çîrokê bala min kişandibû. Dema min ji Serhildan re got, zêde germ nêz nebû. Lê, piştî israra min, qebûl kir. Ber bi dawiya gotûbêjê, rojnivîsa xwe dabû min. Ev ne daxwazek min, lê pir kêfxweş bûm. Min wêneyên rojnivîsê girtin û dîsa ya resen lê vegerand. Dema min rojnivîs dixwend, ev hevokên ku Serhildanê ji keça xwe re nivîsîbû bala min kişandibû: “Ez bi bayê şêrîn ê çiyayan, bi eşq û hevrêtiya çiyayan hesreta xwe ji te re dişînim, pitika min. Ez dizanim ku li min digerî û bêriya min kiriyî. Ji ber ku ez jî zehf bêriya te dikim. Lê, rastiyek me heye keça min a xweşik. Em jin in. Jin, berpirsiyariyek ewqasî giran e ku… Pêçana birîna gelê xwe, bûyina deng û hêviya wan, erkek wijdanî ye. Têkbirina zehmetiyan, azadkirina Rêbertiyê, mildana şoreşê ye. Divê em van bi ser bixin keça min, ji ber ku hem wek şoreşger hem wek jinekê û hem jî bi taybetî wek ‘dayikek ku ji canê xwe hê zêdetir ji te hez dike.’ Ez li vir im, ji ber ku ji te hez dikim. Li vir im, ji ber ku dixwazim tu û gelên Kurdistanê, tevahî gelên Rojhilata Navîn azad bijîn. Ez li vir im, ji ber ku dixwazim tevahî dayik û zarok di jiyanek azad de hebin. Û ti carî vê ji bîr neke; ti kes dayik û zarokan ji hev venaqetîne. Bi hîs, hezkirin, têkîliyên xwe yekpare ne, bi hev re ne.”

Çiyayên Zagrosê, ji bo nivîsîna çîrokên cudatir min ber bi gerîlayên din ve dişand. Min jî dengê Zagrosan şopand û rêka xwe domand.