'Çapemeniya Tirk derbarê Wargehê de nûçeyên derew diweşîne'

'Çapemeniya Tirk derbarê Wargehê de nûçeyên derew diweşîne'

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve li zindanên Tirk hatiye destpêkirin û di roja 55’mîn de didome, meşek pêkanî. Di meşê de li ber deriyê nûnertiya NY’ê Hecî Kaçan daxuyaniyek xwend û nûçeyên çapemeniya Tirk derbarê Wargehê de weşandine derewandin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo piştevanî û bicih anîna daxwazên çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve li zindanên Tirk hatiye destpêkirin û di roja 55’an de didome, meşek ji ber deriyê Şaredariyê heya nûnertiya NY li darxistin.

‘ÇAPEMENIYA TIRK DERBARÊ WARGEHÊ DE NÛÇEYÊN DEREW DI WEŞÎNE’

Li ber deriyê nûnertiya NY’yî li ser navê Wargehê Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rûstem Hecî Kaçar daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Kaçan silav li berxwedana çalakvanên li girtîgehên Tirk kir û balkişande ser nûçeyên çapemeniya Tirk derbarê Wargehê de weşandine û got:

“Herî dawî dîsa çapemeniya Tirk her car derbarê wargehê de nûçeyên derew û çewt didin. Dixwazin gelê Wargehê ku bi ramanên Rêber Apo hatiye afirandin bi komplo û derewan belav bikin. Bila her kes baş zanibe ku lîstikên we tu caran bi ser nakevin. Di serî de NY, Amerîka û Ewrûpa divê nebin şirikê van derewan. Em ji bo azadiya xwe, zimanê xwe û nasnameya xwe penaber bûne, bila êdî tu derewên şaş li ser wargeha me nebêjin û wargeha me ji bo xwe nekin hedef.