Cangoriyên Til Temirê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn
Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, tevî rêveberên Kantonê konê sersaxiyê yê ji bo 18 cangoriyên Til Temirê ziyaret kirin û ji malbatan re sersaxî xwestin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, tevî rêveberên Kantonê konê sersaxiyê yê ji bo 18 cangoriyên Til Temirê ziyaret kirin û ji malbatan re sersaxî xwestin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, tevî rêveberên Kantonê konê sersaxiyê yê ji bo 18 cangoriyên Til Temirê ziyaret kirin û ji malbatan re sersaxî xwestin.
Saziya Malbatên Şehîdan a Rojavayê Kurdistanê îro saet di 10.00’an de li bajarê Amûdê konê sersaxiyê yê 18 cangoriyên berxwedana Til Temirê veda û bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê berê xwe dan kon û beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.
Kon li rex navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li ser rêya Dirbêsiyê hat vedan û bi alên Kurdî, wêneyên her 18 cangoriyan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.
Bi hezaran welatiyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û bajarê Hesekê, tevî heyetek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji Hevseroka Herêma Cizîrê Hediye Yûsuf, Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso û herdu cîgriên wî Hisên El-Ezam û Elîzabêt Gewriyê, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed, Berdevkê Komîteya Siyasî ya Meclîsa Ebdulkerîm Umer, Endama Komîteya Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demoratîk Çinar Salih, Endama TEV-DEM û Lêvegera Siyasî ya Kurd Mizgîn Ehmed, Serokê Desteya Karûbarên Olî Şêx Mihemed El-Qadirî, Serokê Desteya Karê Hundirîn Kenan Berekat, Serokê Desteya Zimhêrê Fener El-Kiêd, Serokê Desteya Dadê Ebdulhemîd Bekir û Serokê Desteya Veguhestinê Mihemed Hesen El-Ebûd pêk dihat, malbatên hemû têkoşeran, endamên saziyên civaka sivîl ên herêmê, nûnertiyên meclîs û komînan îro berê xwe dan konê sersaxiyê û bi tilîliyên dayîkan û durişmeyên “Şehîd namrin” hatin pêşwazîkirin.
Li konê sersaxiyê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Hevserokatiya Herêma Cizîrê Hediye Yûsuf, li ser navê TEV-DEM’ê Mizgîn Ehmed, li ser navê Desteya Karûbarên Şehîdan Hisên Şeref, li ser navê Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo Fîroşah Remezan, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Nebî, Rojnamevan Zekî Şêxo, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê Bavê Silêman, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Mihemed Xetîb, li ser navê Rewşenbîrên herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf û li ser navê malbatên tekoşerên Til Temirê xizmên wan axivîn.
Hemû axaftvanan destpêkê sersaxî ji malbatên têkoşerên berxwedana Til Temirê re xwestin û gotin ku ne şehîdên malbatan in, yên tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ne.
Di nava axaftinan de hate diyarkirin ku terorîstên DAIŞ’ê yên li hemberî berxwedan û çalakiyên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin nikarîbûn xwe ragirin û têk çûn, êrîşeke dijwar li dijî welatiyên sivîl ên herêma Til Temirê pêk anîn û xwestin ku bi vê yekê serketinên YPG û YPJ’ê li Kobanê û Til Hemîsê veşêrin. Di axaftinan de hat gotin: “Em ê heta dawiyê li pey xwîna şehîdên xwe bimînin û eger dilopek ji xwîna me bimîne jî em ê her tekoşîn û berxwedanê bikin.”
Axaftvanan destnîşan kirin ku êrîşa li dijî pêkhateya Asûrî li gundên Xabûrê yên Til Temirê êrîşa li dijî hebûn û vîna jina azad e û wiha hate gotin: “Van terorîstan li Şengalê gelek jinên Kurd ên Êzidî kuştin û gelek revandin û li bazaran firotin. Ji ber ku jina Asûrî zêde nehatibû birêxistinkirin û nikarîbû xwe biparêze, terorîstan bi hêsanî karîbûn wan birevînin. Wan beriya niha li Kobanê jî heman hewldan kirin, lê ji ber ku jina Kobanêyî xwe baş birêxistin kiribû vîna xwe teslîmî van çeteyan nekir û li ber xwe da. Berxwedana jinên Kobanê efsaneyek di dîroka berxwedanê de nivîsand. Divê her kes vê berxwedanê wekî nimûne ji xwe re bigire dest.”
Tê payîn ku merasîm danê êvarê bi dawî bibe û kon were rakirin.