Cangoriyên berxwedana Serêkaniyê hatin bîranîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, şervanên azadiyê yên li eniya Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan, bi civînekê hatin bîranîn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, şervanên azadiyê yên li eniya Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan, bi civînekê hatin bîranîn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, şervanên azadiyê yên li eniya Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan, bi civînekê hatin bîranîn. Civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, ji aliyê Nûnertiya PYD'ê ya Awûstûrya ve hat organîzekirin.
Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir. Nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê di axaftina xwe ya li vir de got, "Her dilopa xwînê ya ji bo azadiyê rijiya ye, darbeke mirovahiyê li barbarên DAIŞ'ê hatiye xistin e."
Ji xizmên şervana YPJ'ê Mizgîn Ferhad Xalid jî mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku parastina welêt, xebata herî bi qîmet e. Xalid got, "Bi hincetên 'ez biçûk im, an jî jin in' yan jî bi hincetên cuda, nabe ku mirov xwe ji têkoşînê vegirin. Piştî ax, welat û namûsa me çû, wê çi bimîne. Divê em jî ya ji destê me tê bikin û bi vî rengî barê hevalan sivik bikin."
Civîna bîranînê bi xwestina sersaxiyê ji hemû xizmên şervanên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ û El Nûsra de jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bû.