Çalakvanên Meşa Dirêj di platforma hevpar de civiyan
Çalakvan danê êvarê beşdarî bernameyeke zindî bûn û der barê armanca çalakiya xwe, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî û pêvajoya dawî de nêrînên xwe anîn ziman.
Çalakvan danê êvarê beşdarî bernameyeke zindî bûn û der barê armanca çalakiya xwe, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî û pêvajoya dawî de nêrînên xwe anîn ziman.
Çalakvanên Meşa Dirêj ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Frankfurt, Luksemburg û Bernê bi sedan kîlometre meşiyan, duh êvarê gihaştin Strasbourgê. Çalakvan danê êvarê beşdarî bernameyeke zindî bûn û der barê armanca çalakiya xwe, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî û pêvajoya dawî de nêrînên xwe anîn ziman.
Ji meşvanên ku duh piştî nîvro ketin bajarê Fransa Strasbourgê, baskekî meşê destpêkê li Mala Çanda Mezopotamyayê ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî xwegihandina baskên din ên meşê jî, çalakvan li saloneke bi navê Le Galet a li semta Hautepierre hatin cem hev.
Çalakvanan bi sedan kesên ew li Le Galet pêşwazî kirin re govend gerandin û paşê di platformeke hevpar de civiyan. Di platforma ji aliyê Stêrk TV ve bi awayekî zindî hat weşandin de, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, endamê Şûra Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK), parlamenterê berê yê DEP'ê Nîzamettîn Togûç û nûnerên gelek saziyên Kurd ên li Ewropayê hebûn. Endamên koma vê hefteyê ya çalakiya "Nobeda Ji Ocalan re Azadî" jî cih li platfomrê girtin û destek dan çalakvanên Meşa Dirêj.
Çalakvanên li platformê mafê axaftinê girtin, der barê meşa dirêj a ji 1'ê Sibatê û pê ve de nêrînên xwe anîn ziman. Axaftvanan dan xuyakirin ku çalakiya ji bo balê bikşîne ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin gelekî serketî derbas bûye û rewşa li Kurdistanê nirxandin.
Çalakvanan bi taybetî bal kişandin ser berxwedanên li Kobanê û Şengalê û çalakvanekî got, "Pêwîste Şengal xwe bi şêweyê kantonekê birêxistin bike." Çalakvanekî bi navê Sînan ê ji Hollandayê beşdarî çalakiyê bû, helbestek xwe ya li ser komkujiya li Şengalê û berxwedana piştî wê nivîsandî xwend.
Platforma ku bi dehan çalakvanan nêrînên xwe lê anîn ziman, heta saetên dereng dewam kir. Bi sedan çalakvan bûn mêvanên Kurdistaniyên li bajêr dijîn.
Çalakvan wê îro jî ji saet 10'an û pê ve li ber Konseya Ewropayê li hev kom bibin û beşdarî konferansa çapemeniyê ya ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re bê lidarxistin bibin. Ji bo konferansa çapemeniyê wê ji gelek bajarên Fransa û Elmanyayê Kurdistanî li Strasbourgê bin.