Çalakiyên Pêncşema Reş: Girtî ji bo çareseriyê li ber xwe didin

Çalakiyên Pêncşema Reş: Girtî ji bo çareseriyê li ber xwe didin

Çalakiyên Pêncşema Reş ku her heftî ji bo şermezarkirina girtina şaredar û siyasetmedarên Kurd yên di bin navê 'KCK' ê de hatine girtin tên li darxistin. Di çalakiyan de bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve hatine destpê kirin û hate gotin: "Girtî ji bo çareseriyê li ber xwe didin."

WAN

Li Wanê di çerçoveya çalakiyên Pêncşema Reş de endamên şaxa Sendîqaya Genel-Îş yê girêdayê DÎSK'ê daxuyaniya çapemeniyê hate li darxistin. Koma li Garaja Şaredariyê hatin cem hev, heta avahiya şaredariyê meşiyan. Di nava wan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Yakûp Ataş, endamên KESK'ê, Cigirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, endam û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek hemwelatî beşdarê meşê bûn. Serokê Şaxa Sendîqaya Genel-Îş ya Wanê Salîp Îpek bang li hikumet û Serokwezîr Erdogan kir û anî ziman ku, destê xwe ji ser vîna wan bikşîne. Îpek da zanîn ku, dê roj were dewran biguhere zilumkar hesab bidin gel.

QELQELÎ

Li Navçeya Qerqelî ya Wanê jî endamên meclîs û xebatkarên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê çalakiya bêdeng li darxistin. Kom 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî. Panqarta "Dest nede vîna min" û wêneyên Şaredar Murat Durmaz hatin vekirin. Kom piştî rûniştinê dawî li çalakiya xwe anî.

PIRSÛS

Li navçeya Pirsûs ya Rihayê jî, çalakiya Pêncşema Reş ku her heftî ji bo şaredarê xwe pêk tînin, li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk anî. Xebatkarên şaredariyê rêvebirên rêxistina BDP'ê ya navçeyê û endamên meclisa şaredariyê beşdarê çalakiyê bûn. Serokê Sendîkaya Genel-Îş ya Rihayê Sadik Demîr, diyar kir ku, hikumeta AKP'ê nêzî 10 hezar siyasetmedar, sendîkavan û aktîvîstên Kurd girtiye. Demîr got: "AKP leza xwe negirt tecrîda li ser girtiyan her çiqas diçe zêdetir dike. Demîr anî ziman ku, ew çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan silav dikin û bang li hemû derdorê dikin ku li hemberê çalakiyê bi hîstiyar tevbigerin.

MÊRDÎN

Çalakiya Pêncşema Reş ya Mêrdînê jî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Cigirê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday, alîkarên şaredar, endamên meclîsê, xebatkarên şaredariyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdarê çalakiyê bûn. Di çalakiya ku pankarta "Bila dawî li qirkirina siyasî bê û şaredarên me serbest bên berdan" hatî vekirin de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Zeyyat Agaoglu axivî.

Agaoglu wiha got: "AKP sedema hebûna xwe di tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd de dibîne. Îro girtiyên têkoşîna azadiyê bi topyekun bedenên xwe ji mirinê re razandine. Ev li dijî dîlgirtinê hebûneke." Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate li darxistin.

DÊRIK

Li Navçeya Dêrik ya Mêrdînê jî li ber avahiya şaredariyê çalakî pêk hat. Cigirê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî, endamên meclîs, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Di çalakiyê de li ser pankarta wêneyê Şaredar Çaglar Demîrel heyî ya "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me hinceta jiyana me ye" hate vekirin. Cigirê Şaredar Dogan Ozbahçecî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û diyar kir ku, di zindanan de li hemberê dewletê ku dixwaze bêvîn û koletiyê ava bike, bi şiyara 'berxwedan jiyane' qadên girtîgehê kirine qada têkoşînê. Ozbahçecî, anî ziman ku êdî zindan ne cihên bêvînkirin û kolekirinê ye, bûye qada vîn û azadikirinê.

KAYAPINAR

Li Navçeya Kayapinar ya Amedê jî li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê çalakiya Pêncşema Reş hate li darxistin. Cigir û endamên meclîsa şaredariyên Kayapinar, Yenîşehîr, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdarê çalakiyê bûn. Rêveberê Komeleya Sarmaşikê Şerîf Camci diyar kir ku, nahêlin hevalên wan yên di girtîgehê de mafê xwe yên xwezayî ya parastina kurdî bikin. Camci da zanîn ku, hevalên wan li dijî pêkanînên dijdemokratîk ketine greva birçîbûnê û wan silav dikin.

ÊLIH

Li Êlihê jî li ber avahiya şaredariyê çalakî hate li darxistin. Di çalakiyê de panqarta "Vîna me hê jî girtî ye" hate vekirin. Cigirê Şaredarê Êlihê Ahmet Bulent Tekîk diyar kir ku, di hêla sincî û wijdanî ew dê çalakiya Pêncşema Reş ya ji niha û pê de li ber Girtîgeha Êlihê pêk bînin. Tekîk da zanîn ku, girtiyan ev 37 rojin bedena xwe danîne ber mirinê û ji bo birêz Ocalan azadiyê dixwazin û ji bo çareseriyê li ber xwe didin. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.