Çalakiya Pêncşema Reş di hefteya 145’emîn de ye

Çalakiya Pêncşema Reş di hefteya 145’emîn de ye

Xebatkarê şaredariya Kayapinarê 145’emîn çalakiya ‘Pêncşema Reş’ ya ku ji bo Şaredar Zulkuf Karatekîn û siyasetmedarên Kurd pêk tînin, lidarxistin.

Çalakiya ‘Pêncşema Reş’ ku ev 3 heftebû li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê dom dikir, bi dawîbûna grevan re ji nû ve li ber avahiya Şaredariya Kayapinarê pêk hat.

Wekîlê şaredariya Kayapinarê Mahmut Dag, cigirên şaredar Servet Yilmaz, Îhsan Avci, serokê Komeleyan 78’an Ganî Alkan, nûnerên ÎHD’a herêmê Şevker Akdemîr, serokê Tum-Bel-Sen a Amedê Medenîn Alpkaya, jinên KESK’ê, Rêveberiya Genel-Îş, Dayîkên Aştiyê, xebatkarên şaredariyê û heyeta îtalyan tevlî bû.

Berdevka Demî ya Jinan ya KESK’ê Fatma Gulçîçek axivî û wiha got: “Piştî bidawîbûna girevên birçîbûnê ya li ser banga Ocalan hat pêkanîn, divê mijara çareseriya pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Di girtîgehan de bi hezaran girtî hene û ev rewş neçareseriya pirsgirêka Kurd kur dike. hevalên ji ber sûcên ku tu aliyên wan yên hiqûqî tune tê girtin. Em jî ji bo çalakiyan Pêncşema Reş pêk tînin. Em êdî naxwazin van pêncşemên reş bijîn.

Piştî vê li ser navê heyeta Îtalyan Antonîo Olîvîerî diyar kir ku, ew ji bo piştgiriyê bidin girtiyan hatine Amedê û got îro jî ji bo hemû girtiyan hatine vê çalakiyê. “

Piştî axaftina çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat.