Bûrkan El Firat: Serketin nêz e!
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat destnîşan kir ku operasyona wan a ji bo azadkirina Girê Spî bi awayekî serketî dewam dike û ragihand ku kêm maye bajar ji çeteyan bê paqijkirin.
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat destnîşan kir ku operasyona wan a ji bo azadkirina Girê Spî bi awayekî serketî dewam dike û ragihand ku kêm maye bajar ji çeteyan bê paqijkirin.
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat destnîşan kir ku operasyona wan a ji bo azadkirina Girê Spî bi awayekî serketî dewam dike û ragihand ku kêm maye bajar ji çeteyan bê paqijkirin.
Der barê asta dawî ya operasyona rizgarkirina Girê Spî de Navenda Çapemeniyê ya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Bûrkan El Firat hat weşandin wiha ye:
"Di rêzeçalakiyên operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî (Til Ebyed) de, Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî û di encamê de ziyanên giran bi çeteyan bûn û gelek deverên stratejîk li dervera di navbera bajarokê Eyn Îsa û Girê Spî de ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Di çalakiya ku Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat di 29’ê gulana 2015’an dest pê kiriye, heta niha bêtirî 20 gundan hatine rizgarkirin û şervanên Bûrkan El-Firat herî kêm 10 km ber bi bajarê Girê Spî ve çûne. Ev serketinên hatine bi destxistin bi hevkariya bi gelê herêmê de pêk hatine.
Di vê operasyonê de serketinên dîrokî di gelek aliyan de hatin bi destxistin. Di encamê de rêyên sereke yên di navbera bajarokê Eyn Îsa û bajarê Girê Spî de hatin birrîn. Her wiha gelek deverên stratejîk ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û moralên çeteyan daketin asta herî jêr. Bi hevkariya di navbera hêzên me û gelên herêmê û alîkariya balafirên koalîsyonê re rizgarkirina Girê Spî niha li ber destan e.
Di vê çarçoveyê de em dibêjin ku hemû daxuyanî û pêngavên dawî yên li dijî rastiya serketinên Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat li rojavayê Girê Spî dûrî rastiyê ne. Welatiyên di bin destên çeteyên DAIŞ’ê de ne ev demeke dirêj e banga me dikin û dema em bi hewara wan ve çûn alîkariya me jî kirin. Çeteyên DAIŞ'ê welatiyan wekî mertal di êrîşên xwe de bikar tînin û ev çend roj in welatiyên sivîl dorpêç kirine û nahêlin sînor derbas dikin.
Ev qewimînên li herêmê rû didin ku sîstematîkbûna pêngavahemleya veşartina hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ye û hewl didin wêneya serketinên Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat reş bikin.
Em wekî Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat ji raya giştî re diyar dikin ku parastina sivîlan û ewlekariya wan mîsyona me ya sereke ye û em wekî erka xwe dibînin. Ev pêngavên hin dezgehên çapemeniyê yên li dijî hêzên me ne gengaz e me ji biryara me vegerînin. Em li gorî rêgezên mafên mirovan û exlaqê tev digerin. Em ê hemû deverên Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Em ji welatiyên xwe yên Girê Spî, Silok û gundewarê bakurê bajarê Reqqayê re dibêjin ku serketin gelekî nêz e."