Bulent Arinç: Heyeta Aqilmendan ji 62 kesî pêk tê
Bulent Arinç: Heyeta Aqilmendan ji 62 kesî pêk tê
Bulent Arinç: Heyeta Aqilmendan ji 62 kesî pêk tê
Alîkarê Serokwezîrê tirk Bulent Arinç diyar kir ku heyeta Aqilmendan ji 62 kesan pêk tê got: “Ez navê hemûyan dizanim. Li 7 herêmên Tirkiyeyê dê kom xebatên xwe bimeşîne.
Bulent Arinç der barê rojevê de axivî û wiha got: “Me duh êvarê civînek pêk anîn. 62 kes di heyeta Aqilmendan de cih digirin. Ez navê hemûyan dizanim. Hinekan bi daxwaza xwe û hinekan jî li ser teklîfa Serokwezîr Erdogan û hevalên me qebûl kirin. Ez niha nekarim yek bi yek bêjim. Ev kesên hatine hilbijartin ji aliyê Tirkiyeyê ve tên hekzirin, ji hunermend, siyasetmedar, karsaz û ji saziyên sivîl ên civakî ne.”
Arinç anî ziman ku Erdogan di encama xebateke bi îtîna ev lîste amade kiriye û got ku wan jî hinek navan de pêşniyar kirine. Arinç wiha got: “Emê li Ofîsa serokwezîr Erdogan ya Dolmabahçeyê bicivin. Ez jî dê tevli bibim. Li wir serokwezîr dê tiştên ku em ji wan kesan dixwazin dê pêşkêş bike.
Arinç anî ziman ku bi xebateke ku mehekê didome li hemû herêmên Tirkiyeyê dê der barê mijarê de agahdarî bên kirin û wiha got: “Ez ji bo Tirkiyeyê dê bi fêde be. Ez ji niha de ji bo wan hevalên me spasiyên xwe dikim. Komên wan hatin diyarkirin. li gorî 7 herêman hatin veqetandin. Ji b ovan serokek, wekîlek û berdevkek hat tayînkirin. Hevalên me ji bo xebatan dê hemû derfan bidinê. Walîtî û sazî dê derfetan bidin wan.
Arinç wiha got: “Ev kesên hatine diyarkirin, Serokwezîr bi xwe peywirdarkiriye. Hevpariya wan demokrasiye. Ji bo demek kurd hemû kes bigihêje huzurê divê yekitiya dil bê pêkirin. Ev kes hemû xwedî nirxin, bi rumetin. Dema min ev nav dîtin, min got dê ev fêde û hêza xwe bidin nîşandan.