Bûldan: Em ê nehêlin pakêt bi vî rengî derkeve
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Bûldan destnîşan kir ku ew ê nehêlin 'Pakêta Ewlekariya Hundir' bi vî rengî ji aliyê Meclîsê ve were qebûlkirin.
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Bûldan destnîşan kir ku ew ê nehêlin 'Pakêta Ewlekariya Hundir' bi vî rengî ji aliyê Meclîsê ve were qebûlkirin.
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku ew ê nehêlin 'Pakêta Ewlekariya Hundir' bi vî rengî ji aliyê Meclîsê ve were qebûlkirin.
Bûldan daxuyanî da ANF'ê û diyar kir ku ew ê rê nedin 'Pakêta Ewlekariya Hundir' bê pejirandin.
'NE LI GORÎ RUHÊ DAXUYANIYA HEVPAR E'
Bûldan der barê hevdîtina bi hikûmetê re ev agahî da: "Der heqê Qanûna Ewlekariya Hundir de berê, beriya civîna çapemeniyê ya hevpar me bi AKP'ê re hevdîtinek kir. Me diyar kir ku ev yek ne li gorî ruhê daxuyaniya hevpar e. Me diyar kir ku divê li gorî ruhê pêvajoyê gav werin avêtin, di serî de jî divê pakêt bê vekişandin. Wan jî gotin ku ew ne alîgirê vekişandina pakêtê ne, lê belê ji me xwestin der heqê beşên em dixwazin were guhertin pêşniyarnameyên nû amade bikin."
Bûldan da zanîn ku heta niha der heqê pêşnûmeya mijara gotinê de ti guhertin nehatiye kirin û got, "Em nizanin AKP wê di vê mijarê de çi bike. Serokkomar, Serokwezîr Cîgirên Serokê Komê hin daxuyaniyan didin û dibêjin ku ew ê pakêtê venekişînin. Em jî dibêjin, divê dernekeve. Em dixwazin; eger derkeve jî bi vî rengî dernekeve." Bûldan ragihand ku pêşnûme ji 132 xalan pêk tê û got, "Pêvajoya hilbijartinê destpê dike. Lewma her rj dikarin 3-4 xalan derbas bikin. Bi awayekî xwezayî wê ji Meclîsê dernekeve. Cîgirê Serokê Meclîsê ji xwe ji mûxalefetê ye, di hefteya pêş de jî wê bi vî rengî be. Yanî heta du hefteyan jî wê nikaribin derbas bikin."
Bûldan got, "Em ê nehêlin pêşnûme bi vî rengî derbas bibe" û ji AKP'ê xwest ji ya xwe vegere.
'PAKÊT WÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BIKE'
Bûldan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinê de nerazîbûn nîşanî 'Pakêta Ewlekariya Hundir' daye. Bûldan diyar kir ku Ocalan gotiye, "Derketina vê qanûnê ne rast e. Qanûn derkeve, wê piştre li lingên AKP'ê jî bigere, vê nabînin." Bûldan ragihand ku pakêt wê bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê bike.