Botan bi biharê re xemilî. Tevî qedexekirina zozanan û hin herêman jî, gel diherike seyrangehên li Çiyayên Çirav û Katoyê.
FERHAT ARSLAN
SÊRT / ANF
pêncşem, 7 avrêlê 2016, 07:16
Botan bi xemla biharê re xemilî. Tevî qedexekirina zozanan û hin herêman jî, gel diherike seyrangehên li Çiyayên Çirav û Katoyê.
Çeteyên Qesrê, tevî êrîşên xwe yên qirkirinê, gelek zozan û herêmên Kurdistanê di bin navê 'ewlekariyê' de qedexe kirin. Lê gel guh nade vê qedexeyê û bi biharê re diherike van herêman. Li herêma navbera Çiyayên Çirav û Gabarê yên li başûrê Sêrtê, operasyonên leşkerî tên meşandin. Tevî hebûna leşker û cerdevanan jî gel li dijî polîtîkayên 'xalîkirina ji mirovan' herêmê naterikîne. Gel diherike qiraxa Çemê Botanê yê 7 km dûrî Sêrtê ye. Bi operasyonên leşkerî re zexta psîkolojîk li gelê li herêmê tê kirin. Lê belê bi biharê re gel li qedexeyan guhdarî nakin.