Bomberdûmana li Şirnexê dewam dike
Di roja 41. a êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê de taxên berxwedanê bi tank, obus û maşînên zirxî tên bombekirin.
Di roja 41. a êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê de taxên berxwedanê bi tank, obus û maşînên zirxî tên bombekirin.
Di roja 41. a êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê de taxên Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Cûmhûriyet û Yenî bênavber bi tank û obusan tên bombekirin.
Bi tank û obusên li ser rêya Sêrtê, herêma Sîn û Ber, Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut û biryargeha polîsên tîmên taybet Gumuştepe hatine bicihkirin, tax tên bombekirin. Ji ber bomberdûmanê gelek mal û kargeh xera bûn.
Li taxên berxwedanê dengê çekan tê. Her wiha dû bi ser taxan ketiye.
Li aliyê din liv û tevgera zêde ya ambûlansan a li bajêr balê dikişîne.